Li komuna Saint-Avold komeleya kurd hat avakirin

Li komuna Saint-Avold komeleya kurd hat avakirin

Li herêma Lorraîne ya Fransayê li bajarê Mosella, li komuna Saînt-Avold komeleyeke kurd hat avakirin.

Civîna avabûna Komeleya Kurd ya Saînt-Avold roja yekşemê bi tevlibûna Hevserokê Federasyona Komeleya Kurd ya Fransayê (FEYKA9 Mehmet Ulker pêk hat. Di civînê de rêxistibûna kurdan, yekitî û piştevanî hat nîqaşkirin.

Ulker balkişand ser geşedanên Rojavayê Kurdistanê û xwest piştevaniya bi Rojava re zêde bibe. di civîna ku oldarên kurd jî tevlibûn de Ulker da zanîn ku ji bo ku ciwanên kurd nekevin kemîna tarîkatan Fetullah Gulen û kemîna El Qaîdeyê li divê hewdan bê dayîn.

Her wiha di civînê de li ser yekitiya hêzên komên baweriyên cuda yên Elewî û Sunî nîqaş hatin meşandin.

Ulker da zanîn ku vekirina komeleya kurd ya li komuna Saînt-Avold bi kêfxweşî pêşwazî kirine û got divê komleyên kurd li Fransayê zêde bên vekirin.

Her wiha li ser girîngiya zimanê kurdî hat sekinandin û got divê kurd der barê Parlamentoya Ewropayê û  hilbijartinên herêmî de xebatên xwe aktîftir bikin.

Komele piştî demekê dê bicive û kongreya xwe berhev bike û rêveberiya xwe hilbijêre. Ev komele 23’emîn komeleya ku di bin sîwaneya FEYKA hatiye avakirine.