Li Kolnê konferansa ‘Qirkirin, edalet û rûbirûhatin’ destpê kir
Li Kolnê konferansa ‘Qirkirin, edalet û rûbirûhatin’ destpê kir
Li Kolnê konferansa ‘Qirkirin, edalet û rûbirûhatin’ destpê kir
Konferansa bi navê ‘Qirkirin, edalet û rûbirûhatin; Ji 1915’an heta Şengalê ji qirkirinan re na’ ya ji aliyê ABDEM’ê ve hat organîzekirin li Zanîngeha Kolnê destpê kir.
Konferansa ku îro û sibê wê berdewam dike axaftina vekirinê parêzer Mahmut Şakar kir û diyar kir ku heta bi dîrokê re rûbirû hatin pêk neyê pêşeroj nikare bê avakirin.
Mecîisa Aştî û Demokrasiyê (ABDEM) konferansek li Zanîngeha Kolnê organîze kir û bi tevlibûna rewşenbîr, dîroknas û akademîsyenan destpê kir.
Konferans bi gelek rûniştinên têkildarî qirkirin û komkujiyên li Tirkiyeyê yên li ser Ermenî, Asur-Suryanî û Kurdan pêk hatine tên nîqaşkirin.
Konferans bi strana zimanê Ermenî ya ‘Sari gelin’ a Leman Stehn ku got destpê kir. Axaftina vekirinê parêzer Mahmut Şakar kir. Şakar bal kişand ser qirkirin û komkujiyên li Tirkiyeyê û got: “Em dikevin 100’emîn salvegera qirkirinên Ermenî û Suryaniyan. Ev li pêşiya Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin e. Divê ev pirsgirêk bên çareserkirin. Heta Tirkiye bi dîroka xwe re rûbirû neyê wê ji bo aştî û demokrasiyê ti tiştek neyê kirin. Aştiyek mayînde bi qebûlkirina nasname û cudahiyan wê pêk bê.
ARMANC TUNEKIRNA GELEKÎ BÛ
Piştî axaftina vekirinê rûniştina ‘dîrok û heqîqet’ê destpê kir. Moderatoriya rûniştinê Dîcle Akar, kir û Ara Sarafîan û Gabrîele Yonan der barê qirkirina Asurî-Suryaniyan de nirxandin kirin.
Ara Sarafîan a Ermenî got ku ji bo bûyerên dîrokê bên çareserkirin konferansên bi vî rengî girîng in û got: “Heta em bi paşeroja xwe re rû bi rû neyên em nikarin pêşerojê ava bikin. Neteweperestên Tirk qirkirin di çarçoveya planekê de pêk anîn. Armanca wan jî tinekirina gelekî bû. Di avakirina Komara Tirkiyeyê de qaşo wê hesabê qirkirina dema Osmaniyan de bihata pirsîn. Lê Kemalîstên hatin desthilatdariyê bi awayekî sîstematîk ev qirkirin berdewam kirin û ti sozên ku hatin dayîn nehatin girtin. Ser komkujiyan girtin. Komkujî veşartin."
Gabrîele Yonan a Asûrî-Suryanî jî diyar kir ku dîroka Tirkiyeyê dîrokek ku bi komkujî û qirkirinan tijî ye û qirkirinên li ser gelê Suryanî hatiye kirin nayên zanîn û ev jî bi zanebûn hatine veşartin û ev polîtîkayek bi plan e.
Li aliyê din jî Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim û Hevseroka Kantona Kobanê Hevî Mustafa dê îşev bi rûniştina “Wek Tecrûbeya Jiyana Alternatîf Rojava’ nirxandinan bikin.