Li Koln û Stuttgartê çalakiya nobetê ya bêdem
Li Koln û Stuttgartê çalakiya nobetê ya bêdem
Li Koln û Stuttgartê çalakiya nobetê ya bêdem
Li bajarên Almanya Koln û Stuttgartê çalakiyên xwedîderketina li Kobanê yên şevê din destpê kirin, tevahiya şevê berdewam kir. Çalakvanan biryara çalakiya xwe ya bêdem berdewam bikin dan. Li bajarê Duîsburg jî êrîşên çeteyên DAIŞ bi meşekê hatin şermezarkirin.
Çalakiya şevê din li ber Dêra Dom a bajarê Koln ê Almanya destpê kir tevahiya şevê berdewam kir.
Li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd çalakiya bi pêşengiya TJK-E, Ciwanên Azad û PYD’yiyan hat lidarxistin, girseyê bi dirûşmayên gotin piştgirî dan berxwedana Kobanê û saetên siharê de jî biryara çalakiya xwe ya bêdem berdewam bikin dan.
Ji komîteya çalakiyê Mahal Muhammed ê têkildarî çalakiyê axivî bang li Kurdistaniyên li Koln û derdorê wê kir ji bo destek bidin çalakiya wan.
LI STUTTGART’Ê KONÊ BERXWEDANÊ
Li bajarê Stuttgart bi sedan kesên ‘Konê berxwedana Kobanê’ vedan tevayê şevê çalakiya xwe domandin.
Konê li Qada Schlossplatz hat vedan di saetên şevê yên duh de Kurdistanî û dostên wan ên herîkîn cihê çalakiyê dirûşmayên piştgiriya bi Kobanê re gotin, komekî ciwanan jî yên li derdorê çalakî temaşe dikirin der barê pêşketinên li Kobanê agahdar kirin.
Di saetên siharê de bi sedan jin, zarok, îxtiyar û ciwan ên dinava wan de endamên Koma Antîfaşîst a Alman jî heyîn bi gotina ‘Kobanê ne bi tenê ye’ û biryara wê heya roja Çarşemê çalakiya xwe bê dem berdewam bikin dan.
Çalakiya ji aliyê Kurdistaniyên li derdor û bajêr bi şêweyî zêde ziyaret dikin di dome. Wê îro li bajêr saet 17.00’an li Lautenshlager str. mîtingeke girseyî bê lidarxistin.
LI DUÎSBURG MEŞ
Li bajarê Duîsburg êrîşên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk ên li hemberî Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê bi meşekî şermezar kirin.
Meş saet 18.30’an destpê kir. Rêxistinên Kurd, Ciwanên Azad, MLKP, Partîzan, ODP, YDG, YS û ji Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk bi sedan kes tevlî bûn. Di meşê de êrîşên dagirkirinê yên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk li hemberî Kobanê pêk tînin hatin lanetkirin.
Di meşê de dirûşmayên “Bijî Berxwedana YPG”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Dewleta Tirk finanse dike, DAIŞ topbaran dike”, “Terorîst Erdogan” gotin.
Piştî meşa heya navenda çarşiyê dewam kir mîting hat lidarxistin. Di mîtînga li navenda çarşiyê li ser navê Rêxistinên Kurd û Yekîtiya Hêza Demokratîk axaftin hatin kirin, hat diyarkirin tevlîbûna ji bo berxwedana li Kobanê û Rojava erkekî însanî ye.
LI GÎESSEN LI BER ŞAREDARIYÊ ÇALAKÎ
Li gel vê li bajarê Gîessen duh bi şev heya saet 01.00’an li ber şaredariya bajêr Kurdên ku çalakî pêk anîn îro saet ji 10.00 virde ji cihê çalakiya xwe berdan cardin berdewam kirin.
LI BONN MÎTING
Li bajarê Bonn jî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Kobanê bi mîtingekî li navenda bajêr hat şermezar kirin. Di mîtingê de gelê Kobanê û hêzên YPG/YPJ’ê hatin silavkirin, dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ hatin gotin.
LI FREÎBURG’Ê ÇALAKIYA RÛNIŞTIN
Li gel vê li bajarê Freîburg Kurdan bi armanca şermezarkirina êrîşên li hember Kobanê li ber şaredariya bajêr çalakiya rûniştinê pêk anîn. Çalakiya çepgirên Alman jî destek kir, bi daxuyaniya hat xwendin xwedîderketina li berxwedana li Kobanê destpê kir. Çalakî didome.