Li Koln û Cenevreyê kongreyên NCDK'ê hatin lidarxistin
Li bajarê Koln ê Elmanyayê û li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê û li bajarê Cenevre yê Swîsreyê, kongreyên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hatin lidarxistin.
Li bajarê Koln ê Elmanyayê 4. Kongreya Asayî ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hate lidarxistin. Civîna ku li Mala Kurdan pêk hat bi sedan delege beşdar bûn. Ji bo cangoriyên ku di tekoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û nirxandin li ser pêvajoyê hat kirin.
Nûnera Yekîtiya Jinên Kurd li Ewropayê (YJK-E) piştre axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser tekoşîna gelê Kurd ya li her çar parçeyên Kurdistanê û got, "Têkoşîna Kobanê û Rojavayê Kurdistanê hemû cîhanê dît û nas kir. Li Kurdistanê parçeya herî nêzîkî çareseriyê, Rojava ye. Li ser vê xakê tenê Kurd najîn; Ereb, Suryanî, Tirkmen, Ermenî û gelek gelên din hene. Mayîndebûna çareseriya pirsgirêkan tenê bi Konfederalîzma Demokratîk dibe. Ev jî projeya mayînde ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev projeya ku bi meclîsên jêr û jor xwe bi rê ve dibe ya Rêberê Gelê Kurd e, ku niha hêzên mêtinger derbasî vê projeyê dibin."
Di dewama axaftina xwe de nûnera YJK-E ji bo meş û mîtîngên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Hevberdevkê NAV-DEM'ê yê eyaleta NRW a Elmanyayê Halît Taşkiran jî got, ji bo Ocalan û bîranîna şehîdan divê ew karê xwe xurtir bikin.
Di kongreyê de ji xebatkarên Koma Berxwedan Hozan Diyar jî mafê axaftinê girt. Hozan Diyar diyar kir, li Koln û derdora wê potansiyeleke mezin a Kurdan heye û potansiyela heyî ya huner û hunermendan jî bi têrkerî nayê bikaranîn. Hozan Diyar destnîşan kir, ku divê plansaziyek bê kirn ji bo ev kêmasî di dema pêş de ji holê were rakirin.
Piştî nirxandinê, dengdan hat kirin û di encamê de Şukru Tore û Fîdan Tanigran ji bo Hevserokatiya NCDK a Kolnê hatin hilbijartin. Her wiha 53 kes jî ji bo Meclîsa gel hatin hilbijartin.
Di kongreyê de ji bo azadiya Ocalan û kampanya 'NA' ya ji bo referandûmê weke hedefa sereke hat diyarkirin.
CENEVRE
Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê jî Kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi tevlîbûna 100 endam û mêvanan li salona civînê ya Mahatma Gandhî hate lidarxistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, rewşa siyasî hat nirandin û raporên li ser kar hatin xwendin. Di encama kongreyê de Komîsyona Meclîsê hat avakirin û ji bo hilbijartina Hevserokan dengdan hat kirin.
Salih Saglam û Latşîn Maslamanî ji bo Hevserokatiyê hatin hilbijartin. Piştî hilbijartinê Kongre bi qîrîna dirûşmên 'Jin, Jiyan, Azadî' , 'Bijî Serok Apo' bi dawî bû.