Li Kîelê daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK'ê hat kirin
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, li dijî êrîşên qirkirina siyasî ev 5 roj in çalakiya kon dewam dike.
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê, li dijî êrîşên qirkirina siyasî ev 5 roj in çalakiya kon dewam dike.
Tevgerên Çep ên Elmand uh destek dan çalakiyê û xwestin qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.
Di roja çaremîn a çalakiyê de pankarta bi nivîsa 'Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakirin, hat vekirin û nûnerên gelek tevgerên çep ên Elman piştgirî dan çalakiyê.
Qisekeran dan xuyakirin, ku qedexeya li ser PKK'ê di encama têkiliyên berjewendiyan ên navbera Elmanya û Tirkiyeyê hatiye ragihandin û destnîşan kirin, ku ev yek di heman demê de tê wê wateyê ku polîtîkaya dewleta Tirk a ku Kurdan tine dihesibîne, ji aliyê Elmanyayê ve tê dewamkirin.
Di çalakiyê de bang li rayedaran hat kirin, ku qedexeya li ser PKK'ê ya ji sala 1993'an û vir ve di meriyetê de ye, rakin. Qisekeran diyar kirin, eger Elmanya dixwaze alîkariya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd bike, divê dest ji qedexe û zextên li ser rêxistinên polîtîk ên Kurdan berde.
Hat destnîşankirin, ku ji ber qedexeya li ser PKK'ê zexteke giran li gelê Kurd tê kirin û banga rakirina vê qedexeyê hat kirin.
Çalakiya ku di 14'ê Mijdarê de dest pê kir, wê îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê ku Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz wê lê amade be, biqede. Komîteya çalakiyê ji bo daxuyaniya îro banga tevlîbûnê li gel kir.