Li Kerkûkê qedexeya derketina derve û serdegirtina malan

Li taxa Şorîce ya Kerkûkê, piştî êrîşa duh a li dijî yekîneyên hêzên Iraqê, derketine derve hate qedexekirin.

Li gorî nûçeya ajansa RojNewsê, li taxa Şorîce ya Kerkûkê şevê din komeke çekdarên nenas êrîşî yekîneyeke hêzên li dijî terorê yên Iraqê kirin. Di encamê de Hammerek leşkerî hate şewitandin. Piştî bûyerê ji bo kesên bûyer pêk anîne bên girtin qedexeya derketina derve li taxê hate ragihandin û lêgerîna malan dest pê kir.

Welatiyên taxa Şorîce ya Kerkûkê wiha gotin; "Hêzên polîsên federal, polîsên Kerkûkê û hêzên li dijî terorê yên Iraqê bi hevbeşî pêngava lêgerîna malan dest pê kiriye. Lêgerîn ji bo desteserkirina çekên welatiyan e."

Kerkûk, ji ber vekişîna hêzên pêşmergeyan, roja 16'ê Cotmehê ji aliyê hêzên Heşdî Şabî û artêşa Iraqê ve hatibû kontrolkirin.