BI DÎMEN

Ji MAK'ê li dijî êrîşên dagirkeriyê li Geverê çalakî

MAK'ê ragihand ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Geverê çalakî kiriye û gelek polîs birîndar bûne.

ÇALAKIYA MAK'Ê

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê, li navçeya Geverê ya Colemêrgê çalakî kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên barbar, em bi ruhê seferberiyê Rojava biparêzin."

Li gorî daxuyaniyê, çalakî 24'ê Kanûnê saet di 21:30'î de li taxa Eskî Kişla ya Geverê hate kirin.

Têkildarî detayên çalakiyê jî hate gotin, "Milîsên me destpêkê ji bo silavkirina berxwedana Rojava pankart daliqandin. Piştre jî bi bombeya li ser rê bicihkirî, li wesayita polîsan a bi tîpa Akrep xistin ku hat cihê bûyer. Di encama teqîna mezin de derba giran li wesayita zirxî ket û dagirkerên tê de birîndar bûn. Piştî teqînê gelek hêz û ambûlans sewqî herêmê hatin kirin. Hejmara mirî û birîndarên dagirkeran zelal nebû. Li taxê bi dagirkeran re demeke dirêj şer hate kirin û piştre milîsên me bi rengekî ewle ji qadê vekişiyan."