Çalakiyên YJA Starê: Dagirkerek hate cezakirin, mobesseyek hate îmhakirin

Di çalakiyên gerîlayên YJA Starê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Kamerayeke mobesse jî hate îmhakirin.

DAXUYANIYA HPG'Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

22'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

21'ê Kanûnê saet di 12:30 û 14:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

23'ê Kanûnê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên ferdî dest li dagirkeran hate werdan ku berê xwe li tunelên me yên şer bû.

23'ê Kanûnê saet di 15:30 û 16:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

23'ê Kanûnê saet di 12:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran ahte xistin û dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

24'ê Kanûnê saet di 16:10'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê dema ku dagirkeran hewl didan derdora çeperên xwe bi perdeyê binixumînin, bûn hedefa çalakiya sekvaniyê. Di encama vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de dagirkerek birîndar bû.

Li Herêma Metînayê;

24'ê Kanûnê saet di 13:10'an de li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

20, 23 û 24'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

22'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

22, 24'ê Kanûnê li Herêma Metînayê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

21, 22, 23 û 24'ê Kanûnê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf, Girê Rostê, Berbizinê, Girê Şehîd Zinar, Lolanê 7 caran, li Herêma Garê qadên Dêreşê, Mijê, Deşta Kafya, Girê Sêdarê, Zengil, Zêvkê 13 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî 3 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê FM, Girê Cûdî 2 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

24'ê Kanûnê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 13 caran bi helîkopteran hate bombekirin."