Li Kerkûkê 8 sitargehên DAÎŞ’ê hatin rûxandin
Di operasyonekî Antî-Teror ya Iraqê de, li bajarokê Dubis ya ser bi bajarê Kerkûkê 8 sitargehên çeteyên DAÎŞ’ê hatin rûxandin û hejmarekî çete jî hatin kuştin.
Di operasyonekî Antî-Teror ya Iraqê de, li bajarokê Dubis ya ser bi bajarê Kerkûkê 8 sitargehên çeteyên DAÎŞ’ê hatin rûxandin û hejmarekî çete jî hatin kuştin.
Li gorî biryara serokê Hêza Antî-Teror ya Iraqê Ferîq Bukin (Ebdulwehab El Sedî) fermandarê operasyona taybet a 2 a hêzên Antî-Teror ya Kerkûkê, li çiyayê Xere ya li Başûrê qezaya Dubis ya ser bi bajarê Kerkûkê, dest bi operasyonekê kirin.
Operasyon jî bi alîkariya rasterast ya balefirên Koalîsyona Navnetewî hate lidarxistin.
Li gorî ragihandina Antî-Terora Iraqê di encama wê opersyona li navçeyê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de, 8 sitargehên çeteyan hatin rûxandin ku yek ji wan sitargehan jî kargehekî ya çêkirina bombeyan bû.
Hêjayî gotinê ye ku di encama 11 lêdanên hewayî ya ji aliyê balafirên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAÎŞ’ê de hejmarekî çekdarên DAÎŞ’ê hatin kuştin.