Li Kerbelayê bombeya zindî êrîşî dawetekê kir

Li bajarê Kerbelayê yê Iraqê, derengiyê şevê li dijî dawetekê êrîşeke xwekuj pêk hat. Tê gotin, 18 kesan ji ber vê êrîşê jiyana xwe ji dest dane.

Li bajarê Kerbelayê yê Iraqê, derengiyê şevê li dijî dawetekê êrîşeke xwekujî pêk hat. 

Fermandariya Operasyona Ferata Navîn a Iraqê têkîldarî mijarê da xuyakirin ku bombeyek zindî beriya xwe biteqîne, gule li ser gel reşandiye û piştre jî xwe di nav dawetê de teqandiye. 

Her wiha Fermandariyê diyar kir ku di encama vê êrîşa xwekujî de 18 kesan jiyana xwe ji dest dane û 26 kes jî birîndar bûne.