Li KE konferansên li ser rewşa çapemeniyê ya li Tirkiyeyê
Li Konseya Ewropayê (KE) wê zext û zordariya li Tirkiyeyê li çapemeniyê tê kirin, bê nirxandin.
Li Konseya Ewropayê (KE) wê zext û zordariya li Tirkiyeyê li çapemeniyê tê kirin, bê nirxandin.
Tevî rûniştinên vê hefteyê yên li ser têkiliyên bi Tirkiyeyê re wê du konferansên bi sernavê 'Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê' û 'Li Ewropayê êrîşên li dijî rojnamevanan' li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) bên lidarxistin.
Konferans wê bi pêşengiya Koma Çep a MPKE û Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy Îro dest pê bike. Mêvanên konferansa jîro jî ji medya Kurd Ferda Çetîn û bernamevana ÎMC TV Ayşegul Dogan e.
Konferansa bi sernavê 'Li Ewropayê êrîşên li dijî rojnamevanan û azadiya medyayê' wê ji aliyê Volodîmîr Arîev û ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî berpirsyarê Maseya Tirkiyeyê Andrew Gardner ve were birêvebirin.
Vexwendiyên her du konferansan, ji ber girîngî û aciliyeta mijarê, wê li Konseya Ewropayê gelek hevdîtinan bikin.
Roja Çarşemê piştî nîvor jî, wê Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû li MPKE baxive. Parlamenter jî wê di vê rûniştinê de fikarên xwe yên li ser rewşa Tirkiyeyê bilêv bikin.
Tê payîn, li MPKE'yê roja Pêncşemê rewşa giştî ya Tirkiyeyê were nirxandin.