Li Karabukê li dijî xwendekarên Kurd êrîşên nîjadperestî

Li Karabukê li dijî xwendekarên Kurd êrîşên nîjadperestî

Li Karbukê zextên li ser xwendekarên Kurd zêde dibin, hate wê astê ku li nava kolana lînc bikin. 2 xwendekar ji aliyê komên nîjadperest ve bo kuştinê hatin lêdan, tê diyarkirin ku, li bajar êrîşkar li pey provokasyonê ne.

Xwendekarên Kurd yên li Zanîngeha Karabukê dixwînin biboneya salvegera komkujiya Roboskiyê xwestin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê rastî êrîşên komên nîjadperest hatibûn û rageşiyên ku wê demê derketin hêjan didomin. Roja borî di ser malên xwedekarên jin de girtibûn û her der serûbin kiribûn. Duh jî 2 xwendekar rastî êrîşa nîjaperestan hatin. Duh di demjimêrên nîvro de xwendekarê binavê M.T li Taxa 100. Yil rastî êrîşa komekî 10-15 kesî hat û bo kuştinê lêxistin. Hat ragihandin ku, rewşa xwendekarê ser û çavên wî reş û şîn bûne başe. Xwendekarek din jî yê binavê G.B li ber Siteyên Çebioglû Taxa Zanîngeha rastî lînca komek ya qelebalix hat. Hate hînbûn ku, ji xwendekar G.B re gotin “Tu jî ji wan terorîstanî” û êrîş kirin, welatiyên derdorê G.B ji destê êrîşkaran xilas kir.

LI SER ÇAPEMENIYA CIVAKÎ PROVOKASYON

Li aliyê din jî hate îdîakirin ku, komên êrîşkar li ser Facebookê xwe rêxistin dikin û êrîşî xwendekarên Kurd dikin. Hate diyarkirin ku, komên êrîşkar xwendekarên Kurd yên tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûne li ser wêneyan tespît dikin û êrîş dikinê.