Li Karabukê êrîşên li dijî xwendekarên Kurd didomin

Li Karabukê êrîşên li dijî xwendekarên Kurd didomin

Koma ulkucuyan ku duh êrîşî xwendekarên Kurd yên li Zanîngeha Karabukê xwestin di salvegera komkujiya Roboskiyê de kesên hatine qetil kirin bibîr bînin kir, vêcarê çûne ser malên wan de.

Xwendekarên Zanîngeha Karabuk ku komkujiya Roboskiyê duh prostesto kirin û rastî êrîşa ulkucuyan hatibûn, vêcarê di ser malên wan de girtin. Komek ulkucu ya 15 kesî ku di destê wan de dar û kêr heyî, deriyê mala 3 xwendekarên Kurd lê dimînin şikandin. Ji ber ku ti kes li malê tunebû windahiyên can jî çênebûn. Lê belê hemû tiştên malê bilav kirin û zirar dan malê. Xwendekarên Kurd di derbarê êrîşkarên êrîşî malê kirin giliyê sûc kirin. Hate ragihandin ku, yekîneyên Hûrkolîna Cihê Bûyerê gotine, “Tiştek ji destê me nayê.” Xwendekarên Kurd dan zanîn ku, kesên derdorê êrîşkar dîtine, bes ti kes di derbarê êrîşkaran de agahiyê nade.