Li Kadikoy’ê bi sedan kes dirûşmeya ‘hikûmet îstifa’ meşiyan
Li Kadikoy’ê bi sedan kes dirûşmeya ‘hikûmet îstifa’ meşiyan
Li Kadikoy’ê bi sedan kes dirûşmeya ‘hikûmet îstifa’ meşiyan
Bi sedan kesên ku li ser bangewaziya Piştgiriya Kadikoy li Altiyolê hatin gel hev, bi sedan kes li dijî nelirêtî û bertîlan bi dirûşmeya “Hikûmet îstifa” meşiyan.
Girseya ku bi dovîzên li ser “Gel wê vê qirêjê temîz bike”, “Hikûmet îstifa”, “Şoreş wê vê qirêjê temîz bike”, “Dewlet jiyana me didize” û li gel sindoqên solan ketin meşê li ser hev dirûşmeyên weke “AKP’a diz wê hesab bide”, “Hemû cih Taksîme û hemû cih berxwedane”, “Ger dewlet bike wê diziyê bike”, “Girtîgeh bi hilweşin û ji bo girtiyan azadî”, “Bi dizînê heya kû”, “xilas heya vir”, “Serhildan”, “Şoreş” û “Azadî” hatin qêr kirin.
Girseya ku dovizên wêneyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Fethullah Gûlen li gel hev danîn hilgirtin û dirûşemeya “Hikûmet îstifa” qêr dikin.
Girseya ku di seranserê meşê de navê ciwanên ku di tekoşîna Gezî û Licê de jiyana xwe ji dest dane qêr kirin û bersiva li “vire” dan û wê heya pêşiya Halkbank’ê meşiyan.
Girse bi sindoqên solan yên vala û bi dovîzan hatin pêş Halkbank’ê a navenda Radikalê.
Girseya ku sindoqên solan yên vale di destê xwe de avêtin pêş banqê li ser bankamatikan wêneyên Erdogan danîn û nivîsandinên bi şêweyê “Te dizî heya kûderê”, “Şoreş wê vê qirêjê temîz bike”, “Hikûmeta direwker îstifa”, “Ji dizî û nelirêtiyê re êdî bese”, “Berkîn hîna di razê, kujerê Ethem serbeste”, “Ji Mehmet-Fadime Ayvalitaş”, “Kê Alî Îsmaîl bi lêdanê kuşt?”, “AKP’a soyguncu”, “Kujer AKP, Recep Tayyip Erdogan” û “Berkîn 185 roje di raze” hatin çêkirin.
Sindoqên solan yên ku li ser nivîsên weke “Erdogan hinek xwe zehmet bide tu wê biçî têde”, “Dizî ji bav derbazî zarok dibe, ne ji zarok derbazî bav dibe-R. Tayyip Erdogan-1996”, li ser wêneyê ampûlê danîn û “Têr nake lê îdare bike” nivîsandin û sindoqên solan avêtin pêş banqê. Pankarta ku li aliyekî wêneyên xwendekarên girtî danîn û li aliyê din jî wêneyê Zafer Çaglayan danîn û li ser jî nivîsa “Diz li meclisê ne û şoreşger jî di gîrtîgehan dene.”
Girse piştî nivîsan li pêş Halkbank’ê veqetiyan.