Li Japonya û Kanadayê erdhêj

Li Japonya û Kanadayê erdhêj

Li Japonyayê 6.9 û li Kanadayê jî bi meznahiya 6.2 erdhêj pêk hat. Hate diyar kirin ku di erdhêjan de wendahiya can tune ye.

Li Japonyayê bi meznahiya 6,9 erdhêj pêk hat. Saziya Meteorolojiya Japonyayê, da zanîn ku erdhêj li herêma Torîşîma ya giravên Îzu ya 600 km li Başûrê Tokyoyê pêk hatiye.

Li gorî daneyên destpêkê wendahiya can û mal tune.

LI KANADAYÊ BI MEZNAHIYA 6,2 ERDHÊJ

Li peravên Okyanusa Pasîfîk ya Kanadayê, duh bi saeta herêmî 13.19 bi meznahiya 6.2 erdhêj pêk hat û piştî erdhêjê bi şîdeta 6, 4.9 û 4.5  sê erdhêj pêk hatin.

Piştî erdhêja 6.2 ya li Port Alîce ya 150 km li bakurêrojavayê Girava Vancouver pêk hat, di saetên êvarê de li Bella Bella bi meznahiya 6 erdhêj pêk hat.

Hate hînbûn ku piştî vê erdhêjê 4.9 û 4.5 erdhêj pêk hatiye. Di seranserê rojê de di erdhêjên pêk hatine de wendahiya can û mal çênebûn.