Li Îzmîrê polîsan bombeya gazê avêtin avahiya DBP’ê
Li Îzmîrê polîsan bombeya gazê avêtin avahiya DBP’ê
Li Îzmîrê polîsan bombeya gazê avêtin avahiya DBP’ê
Polîsan li Îzmîrê êrîşî çalakiya ji bo şermezarkirina çeteyên DAIŞ'ê hat lidarxistin kirin. Di êrîşê de polîsan bombeya gazê avêt avahiya DBP'ê û gelek welatî bin çav kirin.
Gel ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Kobanê û piştgiriya hikûmeta AKP'ê dadikevin kolanan û nerazîbûnên xwe tînin ziman. Li Îzmîrê di nava wan de DBP, HDP, ESP û gelek partiyên din ên siyasî û saziyên sivîl ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyan li Qada Basmaneyê hatin cem hev û ber bi qada Konaxê ve dest bi meşê kirin. Polîsan pêşiya girseyê girtin û nehiştin ku girse meşa xwe bidomîne. Girseyê di meşê de israr kir, li ser vê yekê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kirin. Di êrîşê de polîsan gelek welatî binçav kirin.
Welatiyan ji bo xwe ji êrîşa polîsan biparêzin ketin avahiya DBP'ê. Polîsan dora DBP'ê dorpêç kirin, çûnûhatina welatiyan qeyd kirin û nehiştin rojnameger vê yekê bikşînin. Rojnamegerên ku xwestin vê yekê bikêşin rastî gefên polîsan ên wekî "hûn aliyên xwe diyar bikin" hatin.
Demek şûnde polîsan bombeya gazê avêt hundirê avahiya DBP'ê. Bombeya gazê li ser welatiyên ku di hundir de bûn bandoreke neyînî çêkir.