Li Îzmîrê bo şehîdên meha Tebaxê mewlud hat dayîn

Li Îzmîrê bo şehîdên meha Tebaxê mewlud hat dayîn

Komeleya Kesên Xizmên xwe wendakirin YAK-DER-ÎZMÎR’ê ji bo şehîdên meha tebaxê mewlud da.

Li BDP’a taxa Buca Goksu bo şehîdên meha tebaxê mewlud hat dayîn. Malbatên şehîdan û gerîlyan, însiyatîfa dayikên aştiyê, serokê BDP’a Îzmîrê Fuat Mîkaîloglu û nûnerên BDP’ê tevli bûn.

Pitşî mewluda hat xwendin ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin û piştre xwarin hat belavkirin. Piştî xwarinê jî peyama ‘Şehîdên me nirxa herî sereke ya ku têkoşîna me aniye vê rojê’ hat dayîn.

Serokê YAK-DER a Îzmîrê Kerem Ay da zanîn ku ew malbatên bi rumet silav dikin û got divê gelê kurd şehîdên xwe ji bîr neke û got ew îro bi saya şehîdan hatne vê astê.

Serokê BDP’a  Bucayê A.Hekîm Demîr jî axivî û da zanîn ku şehîdên wan ew berbi azadiyê birine û got dê şodarên îdealê wan bin.

Xizmên şehîdan jî yek bi yek mafê axaftinê girtin û dan zanîn ku dê heta dawiyê têkoşîna wan bimeşînin.

Mewlud bi axaftina serokê BDP’a Navendê Fuat Mîkaîloglu bi dawî bû.