Li Îzmîr û Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrê polîsên ku bi ser buroya Ozgur Halkê de girtin xebatkara kovarê Rabîa Ozkaya, li Enqereyê jî polîsên ku êrîşî çalakiya piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li Amedê hate lidarxisti, nûçegihanê DÎHA’yê jî di nav de gelek kes binçav kirin.

Li Îzmîrê polîsên ku bi ser buroya Ozgur Halkê de girtin xebatkara kovarê Rabîa Ozkaya, li Enqereyê jî polîsên ku êrîşî çalakiya piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li Amedê hate lidarxisti, nûçegihanê DÎHA’yê jî di nav de gelek kes binçav kirin.

ÎZMÎR

Lêgerîna polîsên ku bi biryara dozgeriyê bi ser buyroya Ozgur Halk a li Besmen a Îzmîrê de girtin bi dawî bû. Polîsan li gel kovara Ozgûr Halk dest danî ser gelek kovar û rojnameyên di arşivan de, her wiha dest danî ser pankarta ku wêneyên rojnamevanên ku hatine qetilkirin, kompîter û pirtûkên li buroyê jî. Polîsan xebatkara kovarê Rabîa Ozkaya jî binçav kirin.

Di dema lêgerînê de Hevserokên HDP’ê yê Îzmîrê û gelek kesên ku ji bo destek bidin hatin pêşiya buroyê. Polîsan li gel hevserokan û girseya ku amade bi kêfî li ber konrtola GBT’yê re derbas kirin.

Polîsên ku dema ji buroyê der ketin rojnamevanên ku karê xwe dikirin jî asteng kirin. Ozkaya dema ku xwestin li wesayîtê siwar bikin nîşana serkeftinê bilind kir.

ENQERE

Li Enqereyê bi daxwaza piştgirîkirina greva birçîbûnê ya ku bi daxwaza derbaskirina fikarên têkildarî rewş û tendirustiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku li Amedê bê dem û dorveger hatiye destpêkirin, xwstin meşekê li dar bixin. HDP’yiyên ku li pêşiya avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajarê Enqerê kom bûn xwestin li ser Rêya Yuksel bimeşin.

HDP’yiyên ku hatin ser Rêya Mîthatpaşa polîsan gotin; “Em rê nadin meşê” di carekê de êrîş kirin. Piştî êrîşa polîsan û şûn de nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Mehmet Kûrnaz jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Gelek kesên ku hatin binçav kirin ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin.