Li Ishojê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Li bajarê Ishoj ê Danîmarkayê 33’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê bi coşekî mezin hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya ku ji aliyê Meclîsa Civada Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê ve hate oraganîzekirin li bajarê Ishoj li qadekî vekirî, tevî rewşa hewayê ya xirab jî bi coş hat pîrozkirin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtina li ser giyanê hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve destpê kir.

HEvserokatiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk daxuyaniyek da.

Piştî axaftinan û şûnde bi derketina ser dikê ya hunermendên herêmî û Hozan Şemdîn pîrozbahî bi gerandina govendê ve bi dawî bû.