Li Iraqê tevdîrên ewlehiyê yên hilbijartinê
Iraq li dijî gefên DAÎŞ'ê ji bo ku ewLehiya hilbijartinê pêk bîne hêz birin ser deverên hesas.
Iraq li dijî gefên DAÎŞ'ê ji bo ku ewLehiya hilbijartinê pêk bîne hêz birin ser deverên hesas.
10 roj ji hilbijartinên parlamenta Iraqê re neman. DAÎŞ beriya niha peyamên bi deng dan û gef li hilbijartinê xwar. Hikûmeta Navendî ya Iraqê hêz şandin ser deverên ku DAÎŞ dikare êrîşê bibe ser wan. Hikûmetê li dijî gefên DAÎŞ'ê li Xaneqîn û derdora wê ya eyaleta Diyalayê ji bo ku ewlehiya hilbijartinê pêk bîne Tabûra 4'an a Heşdî Şebî şande eniya li ser sînorên Baxçe û Neftxanê.
LI SER SÎNORAN VALAHIYÊN ZÊDE HENE
Berpirsê Polîsan ê Xaneqînê Diyar Şevket derbarê mijarê got, "Sînorên Xaneqînê pir berfireh in. Beriya niha pêşmergeyan kontrola sînor dikir. Piştî 16'ê Cotmehê, piştî ku pêşmerge bi paş ve vekişiya ev dever vala man."
Şevket got ew dixwazin bi polîsên Diyalayê kontrola sînorê Xaneqînê bikin û domand: "Tabûra 4'an a Heşdî Şebî ji bo demekê şandin ser sînorên Baxçe, Neftxane û Kamîşelanê. Agaha ku DAÎŞ wê êrîşê bîn ser hilbijartinan bi dest me ket. Ji ber ku têra xwe hêz tine, DAÎŞ bi rehetî dikare armancên xwe pêk bîne."
Her wiha Tabûra 110'an a Heşdî Şebî ku ji Kurdên Feylî çêdibe, ji bo ewlehiya hilbijartinê li sînorên Sadiye û Kubaşî bi cih bûn.
Hêzên ku li Baxçe, Neftxane, Sadiyê û Kubaşî bi cih bûn, organên çapemeniyê yên PDK'ê ji bo ku vê bike propagandaya hilbijartinê got, "Komên Bedîr, Slav ji Qesrê re, Hİkme, Fetîh û Dewleta Qanûnê hêza leşkerî şandin Xaneqînê."