Li Iraqê teqîn; 11 mirî, 40 birîndar

Li Iraqê teqîn; 11 mirî, 40 birîndar

Îro li Iraqê di teqînên bombeyî de 11 kes mirin, ji 40'an zêdetir kes jî birîndar bûn. Êrîşa herî dijwar li bajarê Mussayibê ku dikevê başûrê Bexdayê, pêk hat. Di êrişên bombeyî yên vî bajarî de 7 kes mirin.

Herwiha di encama êrîşên bombeyî yên Hillayê de jî 2 kes mirin. Li Kerkûkê li dijî hêzên ewlekariyê yên Kurd êrîşek pêk hat û 2 polîs jiyana xwe ji dest da û 4 sivîl jî birîndar bûn.

Li rojhilatê welêt li bajarê Diyala ku piranî Şiî lê dijîn, di encama êrîşan de tê gotin ku herî kêm 10 kes birîndar bûne.

Êrîşên dawî berî ayinên Erbayîn ku li cem Şiîyên Misilman pîroz be, pêk hatin. Haciyên Şiî, gelek caran rastî êrîşên komên Sunnî yên tundrew tên.