Li Iraqê li dijî leşkerên Emerîkî êrişa bi roketan
Li rojavayê Iraqê li dijî baregeheke leşkerî ya Emerîkayê herî kêm 10 roket hate avêtin.
Li rojavayê Iraqê li dijî baregeheke leşkerî ya Emerîkayê herî kêm 10 roket hate avêtin.
Li gorî çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqê û rojavayî, sibeha Çarşemê li rojavayê welêt li dijî baregehekê herî kêm 10 roket hatin avêtin.
Berdevkê Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAÎŞ'ê albay Wayne Marotto li ser Twîtterê daxuyaniyek da û got, "Hêzên ewlekariyê yên Iraqê bûyerê lêpirsîn dikin."
Hate ragihandin ku êriş li dijî baregeha Ayn El Esadê ya li wîlayeta Anbarê hatiye kirin û li gorî agahiyên destpêkê tiştek bi kesî nehatiye.
Hefteyên dawî êrişên bi vî rengî zêde bûn. DYE timî hêzên alîgirê Îranê ji van êrişan berpirsyar dibîne. Di piraniya êrişan de tiştek bi kesî nayê û zerareke giran a madî jî rû nade.
15'ê Sibatê li nêzî balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê bi roketan êriş li dijî yekîneyên biyanî hatibû kirin, di encamê de kesek miribû, gelek kes jî birîndar bûbûn.
Çend rojên dawî vê carê li bakurê Bexdayê li dijî baregeheke hêzên Emerîkî lê ne êrişek bi fuzeyan hate kirin, kesek birîndar bû.
Dawiya meha derbasbûyî li Bexdayê li hemberî Herêma Kesk a bi ewlekariya bilind êrişên bi fuzeyan hatibû kirin.
25'ê Sibatê hêzên hewayî yên Emerîkî li Sûriyeyê êriş biribûn ser komên alîgirê Îranê. Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di vê êrişê de 25 milîsên alîgirê Îranê hatibûn kuştin.