Li Iraqê greva giştî ya ji bo 'hilweşîna rejîmê'

Li paytexta Iraq Bexdayê û bajarên başûrê Iraqê ji bo 'hilweşîna rejîmê' greva giştî pêk hat. Dibistan û gelek sazî girtî man.

Çalakiyên şermezarkirinê yên li Iraqê ji bo xizmeta cemaweriyê di 1'ê Cotmehê de dest pê kirin bi daxwaza 'hilweşîna rejîmê' didomin.

Li gorî bîlançoya fermî heta niha herî kêm 257 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Bangên ji bo bêîteatiya sivîl zêde dibin. Greva giştî ya sendîkaya mamosteyan li paytext û bajarên başûrê Iraqê dibistanên cemaweriyê rawestand. Li herêma Dîwaniyeyê piraniya saziyên rêveberiyê nehatin vekirin, her wiha li avahiya meclîsa bajêr jî pankarta bi nivîsa "Bi fermana gel hatiye girtin" hate daliqandin.

Li Nasiriyeyê dibistan û gelek saziyên rêveberiyê hatin girtin û gel daket kolanan. Heman rewş li bajarên Kût, El Hîlla û Basrayê jî hebû.

Li Bexdayê keleha Şîa Sadr Cîty bi temamî hate girtin. Rêyên taxê hemû hatin asêkirin û gelek taxên li rojhilatê Bexdayê jî di rewşeke heman rengî de bû.

Her wiha li bajarên Kerbela û Necefê ku ji bo Şîa pîroz in hejmara xwendekarên tevlî çalakiyan dibin zêde dibe.