Li Iraqê 5 serbaz 15 leşker mirin

Li Iraqê 5 serbaz 15 leşker mirin

Li paytexta Bexda ya Iraqê di navbera leşker û kesên çekdar de pevçûn derket û 5 jê serbaz 15 leşker mirin.

AFP’ê da zanîn ku li gorî çavkaniyekê di nav artêşê de li bajaroka Rutba ya  380 km durî Bexdayê ye, di operasyona li dijî El Qaîdeyê pêk hatiye de pevçûn derketiye.

Hat destnîşan kirin ku di serê operasyonên de çalakgerên întîxarî bombeyên li ser xwe teqandine û dema leşker ketine avahiyê ketine kemînê û gelek bombe teqiyane.

Di nav de generalê tugayê Muhammed El Karuî jî hebû 5 serbaz bi giştî 10 leşker mirine.