Li Iraqê 16 êrîşên bombeyî: 40 kes mirin
Li Iraqê 16 êrîşên bombeyî: 40 kes mirin
Li Iraqê 16 êrîşên bombeyî: 40 kes mirin
Li Iraqê sibeheke Remezanê ya din bi xwînê dest pê kir. Bi wesayîtên bombebarkirî bi awayekî koordînekirî 16 êrîş pêk hatin û 40 kes mirin. Her wiha nêzî 200 kesî jî birîndar bûn.
Gelek êrîşên saet di 07.00’an de destpêkirin li hemberî civaka Şîî pêk hatin. Li Bexdayê di 10 êrîşên cuda yên pêk hatin de 30 kes mirin û 130 jî birîndar bûn. Di van êrîşan de herî kêm 6 heb li taxên Şîî pêk hatin.
Êrîşên din 30 km li başûrê Bexdayê Mahmudiyê pêk hatin. Herî kêm 2 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
160 km li başûrê Bexdayê li bajarê Kut yê ku piraniya wan Şîî ne du wesayîtên bombebarkirî teqiyan û 5 kes mirin, 35 kes birîndar bû. Dîsa 280 km li başûrê Bexdayê li bajarê Samawa du wesayîtên bombebarkirî teqiyan û 6 kes mirin bi dehan birîndar bûn.
Li bajarê Basra jî di teqînê de kesek mir û 6 kes birîndar bûn. Li gorî bîlançoya AFP’ê ava kiriye di serê meha Tîrmehê de heta niha 700 kes mirine û ji serê salê heta niha hejmara miriya 3 hezar derbas kiriye.