Aşkere bû ku piştî darvekirina 3 girtiyên Belûç li girtîgeha Zahidan, roja yekşemê jî li Îsfahan girtiyekî din hatiye darvekirin..
Li gorî agahiyek ajansa HRANE, girtiyekî bi navê Muhsin ku paşnavê wî nehatiye zanîn, bi îdîaya sûcekî civakî, roja yekşemê li girtîgeha Îsfahanê hatiye darvekirin.
Roja şemiya bihurî jî li girtîgeha Zahidan 3 girtiyên Belûç bi heman îdîayan hatibûn darvekirin.
Li gorî daneyên fermî yên rejîma Îranê ji serê salê ve, ango di 21 rojên dawî de li Îranê herî kêm 25 girtî li girtîgehan û li meydanên bajaran li ber çavê gel hatine darve kirin..
Lê li gorî saziyên parastina mafê mirov ên Îranê, ji ber gelek girtî bêyî agahiya malbat û parêzerên wan b idizî tên darve kirin, hejmara rast a kesên hatine darvekirin ji vê zêdetir e.