Li Îranê erdheja pêla wê 5.2

Li Îranê erdheja pêla wê 5.2

Li Îranê piştî erdheja roja Sêşemê ku piştî 56 salan erdheja herî mezin bû, îro jî erdhejekî pêla wê 5.2 rû da.

Li gorî Navenda Sîsmolojî ya Zanîngeha Tehranê li gorî demjimêra herêmî 15.09’an de li bajarê Tasûj yê dikeve bakûrê rojava erdhejekî pêla wê 5.2 rû da. Hate ragihandin ku, navenda vê erdhejê di bin erdê de 8 kîlometre û piştî wê herî kêm du hejînên din çêbûn.

Ajansa nûçeyan ya Îsna da diyarkirin ku, midûrê giştî yê navenda rêveberiya krîzê yê walîtiya eyaleta Rojhilatê Azerbaycanê Haliq Seye ragihand, “Heya tu agahiyên zirarê nehatine. Em li gel waliyê Tasûjê di nava têkiliyê de ne.” Berpirsek yê herêmî yê Heyva Sora Îranê jî got, ji bajarên Tasûj, Marageh û Şabestarê agahiya birîndaran nehatiye.

16’ê Nîsanê roja Sêşemê li başûrê rojhilatê Îranê ku nêzî sînorê Pakîstanê ye, li gorî Navenda Jeofîzîk ya Amerîkayê erdhejekî pêla wê 7.8 rû da. Ji sala 1957’an ve erdheja herî tund bû û li Îranê kesek û li aliyê Pakîstanê jî 40 kesan jiyana xwe ji dest da.

16 Nisan Salı günü İran'ın güney doğusunda Pakistan ile olan sınırın yakınında Amerikan Jeofizik Merkezi'ne göre 7.8 şiddetinde bir deprem yaşanmıştı. 1957 yılından bu yana kaydedilen bu en şiddetli depremde İran tarafında bir, Pakistan tarafında 40'a yakın kişi hayatını kaybetti.

9’ê Nîsanê roja sêşemê 89 kîlometre başûrê rojavayê bajarê Bandar Buşehrê erdhejekî pêla wê 6.1 rû dabû. Di erdhejê de herî kêm 37 kesan jiyana xwe ji dest da û 860 kes jî birîndar bûn.

Îran li ser xetên sîsmîk yên fayê ye. Li welat gelek erdhejên mezin çêbûne. Di salên dawî de erdheja herî mezin li bajarê Bam yê dikeve başûrê welat di Kanûna 2003’an de rû da. Di vê erdhejê de 31 hezar kesan jiyana xwe ji dest da, bi wateyek din sedê 25’ê şêniya bajar nema.