Li Îranê du otobus li hev ketin

Li Îranê du otobus li hev ketin

Li Îranê du otobus li hev ketin û di encama qezayê de herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dan, 39 kes jî birîndar bûn. Ev yek bû qezaya herî giran a trafîkê ya salên dawî.

Her du otobusên ji Îsfahanê dihatin, li ser rêya Kûm-Tehranê lastîkê yek ji wan teqiya û ajokar kontrola wesayîtê winda kir. Otobus despêkê li otmobîlekê qelibî û dûre wergeriya ser rê û li otobuseke din qelibî.

Serheng Ardeş Cemşîdîrad ji ajansa nûçeyan a Îsna re peyivî û diyar kir ku heman piştî qezayê şewat bi her du otobusan ketiye.

Hat ragihandin ku di qezayê de herî kêm 44 kesan jiyana xwe ji dest dane, 39 kes jî birîndar bûne.