Li Îranê 10 darvekirin, 5 cezayên darvekirinê

Li Îranê 10 darvekirin, 5 cezayên darvekirinê

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê li gel hemû zext û nerazîbûnan dest ji cezayê darvekirinê berdane. Herî dawî li 10 kes hatin darvekirin û cezayê darvekirinê li 5 girtiyên din jî hatin birîn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, roja çarşemê rejîma Komara Îslamî ya Îranê li zîndana Taybedê ya ser bi Xoresanê 10 girtiyên din bi dar ve kir û cezayê darvekirinê li 5 girtiyên din birî.

Hate zanîn ku navê yek ji 10 girtiyên ku hatin bidarvekirin Dawud Fethîye û heta niha navê 9 kesên din nehatine zanîn.

Her wiha, hate diyarkirin ku li Girtîgeha Silmasê jî cezayê darvekirinê 5 girtiyên din hate birîn. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, rejîma Îranê ji bo ceza ”madeyên hişber” weke hincet nîşandide.

DI 5 ROJAN DE 25 KES HATIN BIDARVEKIRIN

Li gorî agahiyan beriya demekê li zîndana Qizilhesarî ya Kerecê 4 girtî, li Zîndana Urmiyeyê 2 û li ya Yedîdê jî kesek hate darvekirin. Her wiha li heman zîndana Yezidê 3 kesên din bi hincetên destdirêjî û pirsgirêkên civakî hatine darvekirin.

Li gorî agahiyên ku di malperên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de belav bûne, navên kesên di Zîndana Qizilhesarê ya Kerecê de hatin bidarvekirin Mensûr Beyanî û Elî Mihemedî ne.

Her wiha, roja 27’ê berfanbarê jî li navenda bajarê Yasucê 5 kes, li Qizilhesarê 7 û li Urmiyeyê jî 2 kes û kesek din ê Efxan hatin bidarvekirin.

Li gorî hejmarên ji aliyê saziyên mafê mirovan ve tên destnîşankirin, ji serê sala 2012 ve li Îranê zêdetirê 593 kes hatine darvekirin. Her wiha rejîma Îranê di warê pêkanîna cezayê îdamê de di cîhanê de piştî Çînê di rêza yekemîn de ye.