Li Îdlîbê çi dibe?

Êrîşên bi dehan komên çete yên li Helebê bi El Nusra, Ahrar El Şam sivik dibin, salox tê dayin ku di nav sînorên Îdlibê de, çûnûhatina MÎT’ê ya li Wargeha Atme zêde dibe.

Li gel tevgera dagirkeriyê ya Tirkiyê û komên wê yên çete ku di bin navê ‘’Tevgera Mertalên Firatê’’ ku li Bakurê Sûriyê dikin, êrîşên bi dehan komên çete yên El Nusra û Ahrar El Şam a li Helebê ku bi navê ‘’Operasyona Mezin a Helebê’’ dane destpêkirin didome. Êrîşên ku 29’ê Cotmehê dane destpêkirin, ji 31’ê Cotmehê ve sivik bûne. Li gel vê jî li sînorê Tirkiyê yê Sûriyê Îdlibê jî, li gel sewqiyata çekan tevgereke cihê heye.

Piştî hevdîtina Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokê Rûsyayê Putîn, li gel ku hatibû gotin El Nusra û komên çete yên hevalbendê wê, gav avêtin da ku ji Helebê vekişin jî, piştî êrîşên ku dest pê kirin, qada hewayî ya Sûriyê ji Tirkiyê re hate girtin. Piştî girtina qada hewayî , Tirkiye êdî di tevgera dagirkeriyê de nema dikare balafiran bi kar bîne.

WESAYÎT ÊN MÎTÊ NE?

Hevlayenî vê, Tirkiyê bi kamyonan çekd û desteka lojîstik bire Wargeha Atme ya li pêşberî gundê Bukulmez a navçeya Reyhanlî ya Hatayê ku di bin kontrola çeteyên wekî El Nusra û Ahrar El Şam de ye. Piştî desteka çek û lojîstîkê, li gorî jêderkên xwecih, 3 wesayitên reş û zîvîn ên bi plakaya 06 ku tê gotin ên MÎT’ê ne, çûne Qereqola Bukulmez û derketine. Jêderk diyar dikin beriya niha jî hin wesayît çûne û hatine û ji 31’ê Cotmehê ve çûnûhatin zêdetir bûne.

Dîsa li gel wesayitan, çûnûhatina helîkopterên artêşa Tirk jî ya li Wargeha Atme çêbûye û ev bi wêneyan hatiye girtin.

Ev geşedan nîşan didin ku Tirkiye bi çeteyan re li ser siberoja êrîşa Helebê û tevgera dagirkirina Bakurê Sûriyê hevdîtinan dikin.