Li Hollandayê ji bo Ocalan dosya pêşkêşî Rêxistina Efû’yê kirin

Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan tê meşandin dosyayek pêşkêşî Nûnertiya Rêxistina Efû’yê ya Hollandayê hate kirin.

Li paytext Amsterdam a Hollandayê, çalakî û hewldanên têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike, didomin.

Ji aliyê heyetekê ve têkildarî mijarê dosyayek pêşkêşî Rêxistina Efû’yê hate kirin. Li ser nûneriya saziyê Paûl Heîsloot bi heyetê re civiya, daxwazên Kurdan hate pêşkêşkirin. Heyetê, ji nûnertiya Rêxistina Efû’yê xwestin ku zextê li hikûmeta Tirk û CPT’yê bike û wiha gotin: “Divê bi lezgîn bê ku dem bê windakirin em dixwazin agahiyekî ji Ocalan bigirin.”

...