Li Hollanda lêpirsina di derbarê xudbeya Olî ya li ser ‘Efrînê’ de

Li Hollandayê têkildarî xudbeya roja Înê ya derbarê dagirkeriya Efrîn a ku ji aliyê Wezareta Karê Olî ya girêdayî rejîma Erdogan li Tirkiye tê rêvebirin ve hate amadekirin û li mizgeftên li Ewropayê hate xwendin, lêpirsîn hate destpêkirin.

Li gorî rojnameya Telefgrafê, xudbeyabi sernavê “Cîhad: di rêya xudê de bi mal û ruhê xwe têkoşîn” ku ji aliyê rejîma Erdogan ve hatibû amadekirin, roja Înê li Hollandayê li hinek mizgeftan hate xwendin. Rojnameyê bal kişand ku xudbeya li vir hate dayîn metna wê hem tiştên di xudbeyên li mizgeftên li Tirkiyeyê de hatine xwedine. 140 mizgeftên girêdayî Wexfa Olî a Hollanda hene. Rojnameyê diyar kir ku nizanin gelo bê ev metin di çend ji van mizgeftan de hatiye xwendin an ne.

Di serî de li Elmanya û gelek welatên Ewropa, li dijî Kurdan xudbeyên qetlîaman diparêzin hatine xwendin.

Wezîrê Karê Civakî ê Hollanda Wouter Koolmees, li ser nûçeya rojnameya Telefgraf weşandî xwest lêpirsînek bê destêkirin. Koolmees got; xudbeya ku behsa “Pesindayîna Cîhadê” û “Dilşadiya Şehîdbûnê” bi temamî nayê qebûl kirin. Wezîrê Hollandî, diyarkirin ku wê ji rayedarên Tirk daxuyaniyek têkildarî mijarê bixwazin.

Kolmes diyar kirin ku di mijara cîhadê de xwendina xudbeyê ‘rewşekî gelekî cidî’ ye, got ew naxwazîn ciwanên Hollandî yên eslê xwe Tirk ji van wezên di xudbeyan de tên xwendin, bandor bibin û tevlî şerê Tirkiye bibin. Koolmees got: “Em neçarîn pêşî li vê bigirîn.”

Bi taybet têkiliyên di navbera Hollanda û Tirkiyê de ji meha Adarê ya sala borî û vir ve bi nakoke. Di meha Adarê de destur nehatibû dayîn ji bo kampanyaya referandûmê ya Wezîrên Tirk. Ji bo danîna balafira Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglû ji destur nehatibû dayîn. Herî dawî Hukumeta Hollanda dabû diyarkirin ku têkiliyên li gel Tirkiyê dane rawestandin.

HUKUMET WÊ Dİ NAVBERA SÊ HEFTAN DE BİRYARA EFRÎNÊ WÊ DIYAR BIKE

Hukumeta Hollanda, berî ku têkiliyên xwe li gel Tirkiyê bibire êrîşa li ser Efrînê parastibû. Wezîrê Karê Derve Halbe Zîjlstra ya ku dagirkerî di parast, dema ku di hevdîtina li gel Serokê Dewleta Rûsya Vladîmîr Putîn de derket ku derew kiriye neçar mabû ku îstîfa bike. Wezîrê Pêşxistin û Bazirganiya Derve Sîgrîd Kaag ê ku wekalet dayî wezîr, têkildarî biryara hikûmetê ya di derbarê operasyona Efrînê de wê di nava 3 hefteyan de şekere bikin.