Li Hîndîstanê bûyereke din a destavêtinê, gel rabû ser piyan
Li Hîndîstanê bûyereke din a destavêtinê, gel rabû ser piyan
Li Hîndîstanê bûyereke din a destavêtinê, gel rabû ser piyan
Li Hîndîstanê, piştî ku roja Înê jineke 25 salî di taksiyekê de rastî destavêtinê hat, rêveberiya herêmî ya Delhî ya Nû, karê kargeha Uber a taksî rawestand. Li gelemperiya welêt jî gel li dijî destavêtinê rabû ser piyan.
Gelê Hîndîstanê, ji bo destavêtina ajokarekî taksiya Uber a li jinekê protesto bike, li qadan e. Rayedarên herêmî yên Delhî ya Nû, xebatên kargeha Uber a taksî sekinandin.
Ajokarê dest avêt jina ciwan, roja Yekşemê li eyaleta Utar Paradeşê hat girtin. Medya Hîndîstanê ragihand ku kesê mijara gotinê di sala 2011'an de ji destavêtinê hatibû darizandin û piştre serbest hatibû berdan.
Rayedarên kargehê, ji ber ku kesekî bi destavêtinê hatiye sûcdarkirin xebitandiye, rastî rexneyên giran tê.