Li Hildesheim û Hamburgê bîranîna şehîdan

Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê şoreşgerên ku li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya canbexşane kirin û li Hamburgê jî gerîlayê HPG'ê Yûsûf Aslan ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû hatin bîranîn.

Li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê Komuna Jinê ya Şehîd Meryem civîneke bîranînê pêk anî. Şoreşgerên li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiya canbexşane kirin Umît Acar, Ûgûr Şakar, Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akici, Mahsûm Pamay û Sîraç Yuksek hatin bîranîn.

Di bîranînê de wêneyên şehîdan li ser maseyekê hatin bicihkirin û find li dora wan hate vêxistin.

HAMBURG

Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê, gerîlayê HPG'ê Aslan Kalkan (Yûsûf Aslan) ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû hate bîranîn.

Di civîna bîranînê de sînevîzyonek li ser jiyana Kalkan hate nîşandan.

Piştre ji bo xêra Aslan xwarin hate belavkirin.