Li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Hesekê, çekdarên girêdayî rêjîma Baas êrîşê asayîşa Kurdan kirin. Piştî êrişê pevçûn derket.
Li bajarê Hesêke ku ji bilî Kurdan Asûrî û gelê Ereb lê dijin tê nayê zanîn ka di şer de çend mirî û birîndar hene. Êrîşa li taxa Nasra ya Kurdan ji aliyê çekdarên eşîra Bumîş ku nêzî rêjîmê ne pêk hat.
Li gorî çavkaniyên herêmê şer hê jî didome.