Li herêmên hejar ên Ehwazê nexweşiya hepatîtê belav dibe

Li herêmên herî hejar ên Ehwazê ya eyaleta Hûzîstanê ya Îranê ji ber sedema ku av lewitî ye nexweşiya çerm û hepatîtê zêde bûye.

Endamê Meclîsa Şaredariya ya Ehwazê Nasir Musavînecad got li hin herêman ava paqij kêm bûye û ava lewitî tevlî bûye.

Li gorî radyoya Zamaneh Musavînecad got, ‘’Li Eîn, Hasîrabad, Molşîeh û Koyê Alavî ku deverên hejar in, ava paqij û ava lewitî tevlîhev bûye û av lewitî ye.’’

Endamê meclîsa şaredariyê got ji ber sedema ku av lewitiye nexweşiya hepatîtê û çerm zêde bûne.

Midûrê Zanîngeha Zanistên Tibê ya Candîşapur a Ehwazê Îraj Nazarî beriya niha gotibû gelek weqayên nexweşiya hepatit a A’yê dîtine.