Li herêma navberê leşker û DAIŞ bi hev re zilmê li gel dikin!
Li herêma navberê leşker û DAIŞ bi hev re zilmê li gel dikin!
Li herêma navberê leşker û DAIŞ bi hev re zilmê li gel dikin!
Gundiyên Kobanê yên ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê neçar man gundê xwe biterikînin û bi wesayîtên xwe re li herêma sînor a di bin kontrola leşkeran de bicih bûn, li aliyekî zora leşkeran dibînin, li aliyê din jî di bin çavdêriya leşkeran de rastî êrîşa çeteyan tên. Leşker nahêlin alîkarî ji gundiyên li herêma sînor a gundê Goktepe yê Bêrecûkê bê dayîn û çeteyan jî wesayîtên gundiyan şewitandin.
Welatiyên ji ber êrîşa tank û topan a çeteyan neçar man gundên Cibnê, Mişko, Kor, Elî, Sêlîm, Qirran, Qerako, Hasmel, Çeloglû û Zaretê biterikînin, bi heywan û wesayîtên xwe re xwe li herêma ser sînor a li pêşberî gundê Goktepe yê Bêrecûkê girtin, ku ev der di bin kontrola leşkeran de ye. Piştî çalakiya YPG'ê ya li gundê Sêlîmê ku di encamê de 1 serçete 4 çete hatin kuştin û dîmenê vê pevçûnê ji aliyê rojnamevanan ve hat kişandin, çeteyan bi topên hawanê êrîşî gundiyên li vê herêma leşkerî kirin û wesayîtên wan şewitandin. Piştî vê êrîşa çeteyan, gundî neçar man derbasî Bakurê Kurdistanê bibin û bi awayekî neçarî li şewitandina wesayîtên xwe li qada leşkerî temaşe kirin.
'BANGA LI GUNDIYAN'
Satuf Elî yê ji Cibnêlê ku li ber leşkeran terkî jiyaneke zehmet hatine kirin anî ziman, ku piştî çeteyan bi tank û topên hawanê êrîşî gundên wan kirin bi zarokên xwe ew hatine qada mayinkirî, leşkeran zext li wan kirine ku sînor derbas bikin, lê belê nexwestiye ji gundê xwe dûr bikeve. Elî got, "Em ê li vir bimînin. Dema zarokên me şer dikin, em nikarin ji wan dûr bikevin. Piştî çalakiyên YPG'ê yên li vir, gundê me li hemberî gefa çeteyan bêhtir ewle bûye. Em ê ji vir neçin, em birçî bimînin jî em ê gundê xwe biparêzin." Mûhammed Mehmûd ê ji heman gundî jî anî ziman ku qada wan a jiyanê gundê wan, lewma ew ê herêma leşkerî neterikînin.
Mehmûd bang li hevalên xwe kir û got, "Vegerin, ku em bi YPG'ê re gundên xwe biparêzin. Em jiyanê li çeteyan heram bikin."