Li her derê dijminahiya Kurdan -Selahattîn Erdem
Dijminahiya Tayîp Erdogan a li dijî Kurdan bi kûrî û bi berfirehî berdewam dike. Teror û komkujiya civakî ya li bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê di her aliyên jiyanê de belav dibe.
Dijminahiya Tayîp Erdogan a li dijî Kurdan bi kûrî û bi berfirehî berdewam dike. Teror û komkujiya civakî ya li bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê di her aliyên jiyanê de belav dibe.
Dijminahiya Tayîp Erdogan a li dijî Kurdan bi kûrî û bi berfirehî berdewam dike. Teror û komkujiya civakî ya li bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê di her aliyên jiyanê de belav dibe. Dagirkeriya şaredariyan a bi tayînkirina qeyûman, qedexekirina çapameniya azad, piştre jî hevşaredarên şaredariya mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin. Wisa tê nirxandin ku wê êrîş û zextên AKP’ê dewam bikin û nirxên aîdê hebûn û azadiya Kurdan bi tevahî bikin armanc.
Wek tê zanîn piştî şikandin û têkbirina dagirkeriya DAIŞ’ê ya li Kobanê û azadkirina wê, di Nîsana 2015’an de Tayîp Erdogan mutabakata Dolmabaxçeyê red kir, bi sekinandina hevdîtinên li Îmraliyê re jî, dest bi xeteke dij-Kurd û dijminahiyeke siyasî kir. Bi gotina -pirsgirêka Kurd nîne û bi sûcdarkirina kesên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dixebitin, eşkere kir ku Bizava Azadiyê ya Kurd wek dijminê yekem ji xwe re kiriye armanc.
Konsepta faşîst a şerê taybet û êrîşên AKP’ê piştî eşkerekirina biryara Tayîp Erdogan li dû hev hatin. Bi taybetî jî, li dijî xebatên HDP’ê yên hilbijartina 7’ê Hezîranê, êrîşên faşîst û kiryarên terorê bi pêş ketin. Li dû êrîşên li hemberê xebatên hilbijartinê yên HDP’ê û bombekirinên xanî û bûroyan, di 5’ê Hezîrana 2015’an de bi navê DAIŞ’ê komkujiya li dijî mitînga Amedê hat kirin.
Bûyerên dîrokî yên piştî 7’ê Hezîrana 2015’an rûdayîn ji aliyê her kesî ve tên zanîn. Li aliyekî bi navê DAIŞ’ê di 20’ê Tîrmehê de li Pirsûsê û di 10’ê Cotmehê de jî li Enqereyê komkujî hatin kirin. Li aliyê din jî, di 24’ê Tîrmehê de li dijî gelê Kurd û Bizava Azadiyê êrîşeke topyekûn hat destpêkirin. AKP ya ku di bin terora dewlet û komkujiyan de, di 1’ê Mijdarê de desthilatdarî ji nû ve xesp kir, di zivistana 2015 û 2016’an de Cizîr û Sûrê û her wiha gelek bajarên Kurdistanê şewitand, xera kir û bi sedhezaran mirov di navenda zivistanê de bê mal û war hişt, bi sedan kesî jî şewitand û qetil kir.
Qet guman nine ku kiryarên AKP’ê yên di zivistanê de li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Gever û Hezexê kirîn, di çarçoveya şer û sûcên mirovahiyê de ne. Tayîp Erdogan û rêveberiya AKP’ê ev kiryarên terorî yên faşîst di havîna 2016’an de û heta niha jî berdewam kirine. Li gel hewldanên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên gelê Kurd, Tayîp Erdogan tim êrîş û komkujiyên faşîst esas girtiye.
Li ser vê bingehê mafê destlênedayîna parlamenterên HDP’ê rakirin, koma HDP’ê girtine bin zexta zindanîkirinê, bi îlankirina rêveberiya rewşa awerte ya di 20’ê Tîrmehê de jî, êrîşên komkujer yên li dijî gelê Kurd derxistine asta herî bilind. Di vê çarçoveyê de bi tayînkirinên qeyûman ve şaredariyên DBP’ê dagir kirine, çapameniya azad qedexe kirine, bi dehan hevşaredar û xebatkarên şaredariyan girtine û her wisa li çiya û bajaran kiryarên xwe yên terorî derxistine asta herî bilind.
Bêguman îro Tayîp Erdogan hebûna xwe ya şexsî û malbatî, her wiha AKP’ê jî desthilata xwe bi tinekirina Kurdan ve girêdan e. Vê rewşê jî êdî venaşêrin û birevajî, bi eşkereyî îfade dikin. Riya vê ya hêsan jî dîtine: Bi gotina, ”Li dijî Feto û DAIŞ’’ê- êrîşê gelê Kurd û hêzên azadiyê dike, li pêş çavên dinyayê komkujiyeke eşkere bi rê ve dibe.
Di cîhana îroyîn de ne mûmkûn e ku feraseta AKP’ê û siyaseta wê berdewam bike. Di serî de Kurd û wiha jî gelên li herêmê li dijî xeta AKP’ê ya dijminahiya Kurdan û netewe-dewleta dîndariya hişk derdikevin, ji bo tinekirina vê feraset û siyasetê jî dixebitin. Lewre ev feraset û siyaset komkujer e. Dijminê Kurdan û dijberê gelan e. Her wiha ne pêkan e ku AKP, dewleta faşîst a dîndariya hişk li ser piyan bigire. Feraset û siyaseta AKP’ê hatiye derbaskirin û wê liser sergoya dîrokê bê avêtin.
Ji ber ku rêveberiya Tayîp Erdogan vê rewşê dibîne, bi zêdekirina êrîşên faşîst yên taybet ve hewldide temenê xwe hindek din jî dirêj bike. Tayîp Erdogan û rêveberiya AKP’ê bi dijminahiya Kurdan û bi perçiqandina Bizava Azadiyê re hizra dirêjkirina temenê desthilatiya xwe dikin. Lewre tekane hêza ku li dijî desthilata AKP’ê li ser piyan maye û li hemberê desthilata faşîst a AKP’ê wek alternatif çareserkirina demokratîk dide pêş, Bizava Azadiya Kurd e. Ji ber wê ye ku berdevkên AKP’ê êrîşên faşîst yên li hemberê Bizava Azadiya Kurd wek, ‘şerê man û nemanê’ pênase dikin.
Dijminahiya Tayîp Erdogan a li dijî Kurdan bi bakurê Kurdistanê û sînorên dewleta Tirk ve jî naqede. Çawa ku di her qadên jiyanê de dijminê Kurdan e, wisa jî li her derên dinyayê jî dijminahiya Kurdan dike. Tê zanîn ku Tayîp Erdogan statûya ku niha li başûrê Kurdistanê derketiye holê ji aliyê xwe ve wek, ‘şaşitiyeke dîrokî’, bi nav kiriye. Derdikeve holê ku eger hêza wan têrî bike wê statûya heyî ya li başûrê Kurdistanê jî tine bikin. Ango kêliya ku hêza wan têrî bike wê dest bi êrîşeke wiha ya li ser başûrê Kurdistanê jî bikin.
Ji xwe di rewşa niha de li başûrê Kurdistanê ji bîst hezaran bêtir hêza wan a leşkerî û bêtirî sed tangên wan hene. Li bajarên başûrê Kurdistanê yên sereke de hêzên Tirkan yên leşkerî û îstixbarî hene. Başûrê Kurdistanê bi awayekî di bin nîv dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Bi vê hêzê û têkiliyên aborî ve rêveberiya başûrê Kurdistanê di bin destê xwe de digire. Di çarçoveya şerê Mûsilê de dijminahiya Tayîp Erdogan a li dijî gelê Kurd bi eşkereyî hat dîtin.
Helwesta Tayîp Erdogan a dijminahiya li Kurdan herî zêde li qada rojavayê Kurdistanê û li Sûriyeyê tê dîtin. Ji destpêkê ve di bingeha nakokiyên li gel rêveberiya Beşar Esad dijminahiya Kurdan heye. Bi geşkirina dijminahiyê re hewlda ku bi lezgînî Beşar Esad bixîne û rê li ber dirêjbûna şerê li Sûriyeyê bigire. Lewre hizir dikir û ditirsiya ku eger şerê li Sûriyeyê dirêj bibe wê Kurd jê sûdêwergirin û wisa jî şoreşa Rojava bi pêş bikeve.
Destpêkê wek rêveberiya başûrê Kurdistanê, hewlda ku rêveberiya Rojava jî bigire bin destê xwe, gava nekarî jî dijminahiya xwe ya li hemberê Rojava eşkere kir. Niha jî bi hemû hêza xwe ve hewldide ku YPG û PYD’ê di qada navneteweyî de wek terorist bide qebûlkirin. Gava bi ser neket jî, ji 26”ê Tebaxê ve dest bi dagirkirina Cerablûsê kirin. Li gel ku bi balafirên şerî û tangan ve gelên sivîl qetil dike jî, îdia dike ku êrîşê PKK’ê dike. Di rastiyê de her kes dizane ku PKK li Rojava nine û PYD jî ne PKK ye.
Rêveberiya Tayîp Erdogan gava bi Rûsyayê re têkilî datîne, wek mercê yekê, desteknedana Kurdan dide pêş. Ji bo ku Yekîtiya Ewrûpayê û Amerîka hebûna Kurdan qebûl nekin û komkujiya dewleta Tirk erê bikin, her tiştî dike. Wisa fikir dikin ku li Amerîkayê lobiyeke Kurdan hatiye pê û ji bo belavkirina wê jî hemû derfetên xwe bikar tîne. Xanim Clinton a ku ji destpêkê ve destek dikirin, dema kû behsa destekdayîna Kurdan kir, demildest wek dijmin hat îlankirin.
Nimûyeke din a dijminahiya ku Tayîp Erdogan li dijî Kurdan dike, li tevahiya dinyayê nîne. Li gel tevahiya her cûre heqareta li dijî Kurdan, êrîşeke eşkere ya faşîst û komkujer jî bikar tîne. Li gel ku rastî ev e jî, hîna hind kesên ku xwe wek Kurd binav dikin û li ser sergoya AKP’ê diçêrin jî îdia dikin ku AKP’ê mafê Kurdan daye û hewla xapandina gelê Kurd didin. Helbet gelê Kurd van xayînan baş nasdike û xwe amade dike ku yên wiha ji sergoya AKP’ê diçêrin û xwediyên wan jî bavêje ser sergoya dîrokê.
Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka