Li hemberî Mala Cemê ya Pîr Sultana êrîşa çekdarî
Li hemberî Mala Cemê ya Pîr Sultana êrîşa çekdarî
Li hemberî Mala Cemê ya Pîr Sultana êrîşa çekdarî
Li hemberî Mala Cemê Pîr Sultana a Sultangaziyê ku Elewiyên Sûriyeyê lê diman êrîşa çekdarî pêk hat, kesek birîndar bû.
Li gorî agahiyên bi destketine li hemberî Mala Cemê ya Pîr Sultan a Sultangaziyê ku Elewiyên Sûriyeyê lê dima di saetên serê sibehê de êrîşekî çekdarî pêk hat. Di êrîşê de nobedarê Mala Cemê birîndar bû. 2 kesên êrîş pêkanîn reviyan.
Polisên ku serê sibehê hatin cihê bûyerê, di der barê bûrê de lêkolîn dan destpêkirin.
Li Mala Cema Pîr Sultana Sultangaziyê Elewiyên ku ji Sûriyeyê penaberbûne bicih bûne. Niha derdora 80 Elewî li Mala Cema Pîr Sultana Sultangaziyê tên ragirtin.