Li hembera qedexeya li dijî PKK’ê li Kolnê meş!
Li hembera qedexeya li dijî PKK’ê li Kolnê meş!
Li hembera qedexeya li dijî PKK’ê li Kolnê meş!
84 sazî û dezgehên Kurd, Elman û tevgerên çep ên Tirkiyeyê yên li Elmanya, îro li bajarê Kolnê yê Elmanya bi meşeke girseyî wê qedexeya li hember PKK’ê şermezar bikin. Yek ji rêveberên YXK’ê Sema Kocatepe di daxuyaniya xwe de bang li tevayî Kurdan kir ku tevlî meşê bibin.
11-12’ê Kanûnê li Kolnê 16 wezîrên karên hundir ên 16 eyaletan li bajarê Kolnê yê Elmanya dicivin, di nav de qedexeya li hember PKK’ê jî ku heye gelek mijaran digirin dest dest. Beriya vê konferansê 84 rêxistinên li welêt îro meşekê li dar dixin, qedexeya li hember PKK’ê şermezar dikin. Li ser banga Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) û rêxistina İnterventionistische Linke (İL), platforma “Bundiss Gegen İMK”a ji 84 rêxistinên Kurd, Elman û tevgerên çep ên Tirkiyeyê pêk tê, qedexeya li hember PKK’ê, pirsgirêkên penaberan di serî de wê kiryarên antî demokratîk ên li Elmanyayê şermezar bikin. Îro saet 13.00’an wê meşa li Freisen Platz destpê bike. Hat ragihandin ku ji bajarên weke Berlîn, Bremen, Hamburg, Munîh û Frankfurt jî tevlîbûn çêbibe.
JI BO MEŞÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ
Yek ji endama komîteya amadekar a meşê, nûnera YXK’ê Sema Kocatepe, diyar kir ku qedexeya li hember PKK’ê ya li Elmanya êdî bê wate bûye û dema rakirina vê qedexeyê hatiye. Kocatepe da xuyakirin ku 21 sal in bi qedexeya li hember PKK’ê re azadiya Kurdên li Elmanyayê ji dest wan hatiye wergirtin û got, “Qedexeya li hember PKK’ê, mafên bingehîn ên Kurdên li Ewropayê dijîn ji destê wan derxistiye. Kurd bi awayekî neheq bi pêkanînan re rû bi rû tên. Ev jî li ser wan zextê çêdike.” Kocatepe diyar kir ku dema rakirina qedexeya li hember PKK’ê hatiye û ji bo vê divê her kes li hember qedexeyê derkeve. Sema Kocatepe, bang li Kurd û derdorên demokratîk ên li eyaleta NRW dijîn kir û got, “Divê piştevaniya 1’ê Mijdarê ji bo Kobanê hat kirin îro jî ji bo qedexeya li hember PKK’ê bê nîşandan”