‘Li hember vê berxwedanê ti Qesrên ku parçe parçe nebin nîne’
Selahattîn Demîrtaş: Em ê jiyanek bi rûmet bijîn. Bedel çibe, em ê bidin. Li beramberî vê berxwedanê ti Qesrên ku parçe parçe nebe nîne. Garantiya pêşeroja vî welatî hûn in.
ANF
STENBOL
yekşem, 5 pûşperê 2016, 16:29
Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Koçyîgît di mîtînga HDP’ê ya li Stenbolê bi şîara “Li dijî derbeyê berxwedana demokratîk” li Bazara Gel a Bakirkoyê hate lidarxistin axivî, bal kişand ser qedexeyên mîtîngan, got: “Em hê duh li Edeneyê bûn. Baş dizanibûn ku dema destûr bidana wê bi sed hezaran li wan qadan kom bibûna. Lê, gel tevî êrîşan jî qad neterikandin. Yên ber bi polîtîkayên şer dibezin, careke din li vê qadê li hember we têk çûn. Li gor fikrên wan wê me dîl bigirtanan. Dema ez li vê qadê dinêrin dibêjim, gafîlno, we ev gela nas nekiriye. Ma ev gela çokan dişkîne? Em hevrêyên Mehmet Tûnç, Sêvê, Fatma ne. Zarokên Dayika Taybet in em. Pêvajoya herî zêde berxwedanê divê ev e. Em dibêjin pêvajoya dîrokî, niha em ji vê pêvajoya dîrokî re dibuhirin. An em ê bi berxwedanê bi ser kevin an jî wê mecbûr bimînin me hemûyan bikujin.”
Koçyîgît destnîşan kir ku yên tazmînata wan a qidemê hate desteserkirin, jinên ku di malê de bi zorê tên xebitandin divê têbikoşin, got: “Îro hewl didin dest deynin ser tazmînata qidemê. Dixwazin jinan di malan de bigirin û tenê li ber zarokan bihêlin. Divê em, Misilmanên rast, odlar li hember van dilên xwe bikin mertal.”
HDP, BÛ KABÛSÊ QESRÊ!
Piştî Koçyîgît, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş hate ser dikê. Demîrtaş di nav dirûşmeyên “Bi te serbilind in” û sloganên berxwedanê de deh hezaran kes silav kir. Demîrtaş ê axaftina wî bi dirûşmeyên “Qatil Erdogan” qut dibû, ev gotin:
“Li vî welatî ji kesên ku hêvî, azadî di dilê wan de ye re hezar silav. We baş kir ku hatin, li vê qadê ne. Eger li vê qadê ji kesên ku dibêjin ji bilî berxwedanê ti rêyên din tineye tijî be, ev welat rizgar bûye. Hema hema, ji 7 Hezîranê ve me salek bihurand. Em baş dizanin ku bi dehan sal in, komeke di pêşengiya Qesrê bi ajandayên veşartî ve li pey hesabên dizî ne jî hene. Li qada civaka sivîl girêdayî xwe rêxistina civaka sivîl ava kiriye. Îro ev ne xebata wê ye. Di dewletê de dewlet çêkiriye. Ev ne amadekariyên dewletek oldar e. Eger em bi vî şêwazî pênase bikin, wê kêm bimîne. Tiştekî wek olê AKP’ê heye. Heşa, pêxembertiyek li gor xwe afirandine. Ango, tarîqeyeke jirêderketî heye.
Di heman demê de nîjadperest, faşîst e. Li derdora Qesrê pêkhateyek nîjadperest jî heye. Beriya 7’ê Hezîranê li hev kom bûn û amadekarî kirin. 7’ê Hezîranê, me got hûn nikarin daxwazên xwe pêk bînin. Me komek herî pirrengî ya dîroka komara Tirkiyeyê li hev anî. Me ti carî di şert û mercên hêsan de siyaset nekir. Beriya 7’ê Hezîranê jî êrîşî 160 rêxistinên me kirin. Ji ber ku dizanîbûn, her ku HDP’e xurt bibe, desthilatdariya wan wê biçe ser sergo. Lewre, hewl dan pêşî li HDP’ê bigirin.
Em ji wan rojan gihiştine kû derê? Divê ji bo vê em li qewimînên salek dawî binêrin. Şexsê li Qesrê, ji ber vê ketiye panîkê. Hesabê wî yê li Qesrê li berxwedana we disekine. Pir bi hêrs e, gelekî anirî ye. Ji ber em li dijî rejîma wî ya dîktatayê ya 20 sal in amadekariyê wê dike radiwestin, zêde zêde beeciye. Wê li wir bi kêfxweşî û bextewarî siyaseta xwe bi rê ve bibiriba. Lê, em li hember vê bûn asteng. Her êvar kabûsê HDP’ê dibîne. HDP’e bû kabûsê wî. Tevahî destkeftiyên xwe di vê oxirê de bi kar tîne. Wisa bêrehm, bi tank, topan êrîşî gel dike, li Cizîrê mirovan dişewitîne ji ber vê ye. Ewqasî ditirse ku dizane dema gel bimeşe wê çi bibe. Tirsa Geziyê, îro jî bi heman şêweyî didome.
EM Ê WÎ ŞEXSÊ LI QESRÊ LI SER KURSIYA BERSÛC BIDIN RÛNIŞTANDIN!
Destlênedan jî ji vê ne qut e. Îro careke din em ji vi dibêjin, em di vê mîtînga xwe ya li ber Edliyeyê bang dikin, eger daraz îro dengê xwe dernexe, bila ti car din deng jê neyê. Zilam daraz girtiye destê xwe, yê îro dengê xwe neke jixwe sibehê nikare bike. Serokê Dadgeha Bilind, wek karkerên demsalî dibe çayê pê dide komkirin. Eger hûn îro dengê xwe dernexin, hûn ê kengî dengê derxin nizanim. Di rojên bê de wê darazên me dest pê bikin. Em ji darazê natirsin. Serokê Dadgeha Bilind ê diçe komkirina çayê, ma wê karibe me bidarazîne? Hin dozgar, ne hemû, hin ên li benda daraza me ne hene. Em ê bi bêsebriyekê li benda we ne. Ka em binêrin, bê kî wê kê bidarazîne. Hûn nikarin darazê bikin, hûn bûne komîsyona AKP’ê. Em ê li ser kursiya bersûc, ew şexsê li Qesrê bidin rûniştandin.
ERDOGAN XWEDÎ PÊŞEROJEK TIJÎ DEREW E
Niha em bi rewşek wisa xerîb re hevrû ne ku dîplomaya wî ketiye rojevê. Em dixwazin tu bêjî bê ka dîploma te heye an na. Li bersiva wî ya duh binêrin. Bang li rektor dike. Ma pêwîst e dîploma te li gel te be. Tu bû şaredar, parlamenter, serokwezîr û serokkomar. Te dosyayek amade kir. An… Eger hebûya niha kiribûn pankartek û li tevahî cadeyên welat daliqandibûn. Dest jê berde dîploma, hevalên te yê zanîngehê nîne. Bila yek derkeve û bêje me bi hev re xwendiye, tê bîra min ew li pişt rûdinişt. Êê, sicîla wî jî ne paqij e. Pêşeroja wî tijî derew e. Bi xwe jî dibêje, ‘Rektor dema ez dibêm ev bi min bawer nakin. Tu bêjî.’ Vekirinên Sûriye, Rûsya, Îsraîl, Kurd, Roman, Elewî tevahî li ser derewan saz kiriye. Ji ber pêşerojek te yê tijî derew hene, em bi te ne bawer in. Ne ji rektor, em ji te dixwazin vê dîplomayê. Niyeta min nîn bû ez li pey bigerim, lê îro em ê serlêdanê bikin. Bila dosyaya wî vekin. Mirov dibe lîse jî qedandibe. Lê, ji bo serokkomartiyê dîplomaya zanîngehê pêwîst e. Em nizanin bê heye an na. Ji me re dibêje, gel we naxwaze, lê beşek gel te jî naxwaze?
DIVÊ NIFŞÊN HERÎ DAWÎ YÊN BEDELAN DIDIN EM BIN
Eger me soza siberojên azad dabe zarokên xwe, me soza azadiyê li Nisêbîn, Cizîrê dabe, bedelekî vê heye. Yên dildarê vê, bedel dane ber çavên xwe. Lê, divê nifşên berdêlên vê bide em bin. Piştî vê em ê jiyanek bi rûmet bijîn. Bedel çibe, em ê bidin. Li dijî vê feraseta bêmerhamet, têkoşîna gelê ma ya rewa heye. Li beramberî vê berxwedanê ti Qesrên ku parçe parçe nebe nîne. Garantiya pêşeroja vî welatî hûn in. Ne tenê behsa HDP’ê dikin, ji bilî HDP’ê jî yên li ber xwe didin hene. Divê yekîtiya têkoşînê ava bibe. Pêwîst e em bi hev re têkoşînekê bimeşînin. Eger em îro nekin, sibehê taqat dikare nemîne. Îro hêza me heye. Eger ewqasî hêza me hebe, divê me destê xwe avêt çi em bistînin. Divê em ê li Qesrê serûbin bikin. Ti çareyek din a vî welatî nîne. Eger me hêza xwe ji we girtibe, em ê girêdayî pîvanên xwe bimînin. Tenê hevdîtinên me yên mîtînga têr nake, divê em li her derê berxwedanê mezin bikin.
Binêrin, şer hê bi tevahî leza xwe dewam dike. Li Nisêbîn, Geverê hilweşîn didomin. Yên hêza wan hebe bila ji bo piştgiriyê biçin wir. Di binçavan de windakirina mirovan destpê kirin. Hûrşît Kulter di binçavan de hate windakirin û starta windakirinê hate dayîn. Ji bo ev nebin, pêwîst e em berxwedanê mezin bikin.”