Li Heleb 20 welatî hatin kuştin
Li Heleb 20 welatî hatin kuştin
Li Heleb 20 welatî hatin kuştin
Hêzên rêjîma Baasê bi balafiran bajaroka El-Bezaa ya rojhilatî bajarê Helebê bombebaran kir. Di encamê de 20 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Her wiha pevçûn di navbera hêzên rêjîma Baasê û çekdarên opozîsiyonê de li derdora nexweşxaneya El-Kindî gelek herêmên din di roja xwe ya 4'ê de berdewam dikin.
Li gorî çavkaniyên herêmî li bajaroka El-Bezaa ya rojhilatî bajarê Helebê diyar kirin ku di encama bombebarana balefirên rêjîma Baasê de 20 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, ji wan 8 zarok û 9 jin in. Her wiha gelek birîndar jî derketin û ji ber ku rewşa hinan ji wan dijwar e, dibe hejmara kuştiyan zêde bibe.
Li aliyekî din hate ragihandin ku balefirên rêjîmê bajarokên Bab û Tedêf bombebaran kir. Derbarê vê de heta niha ti agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. Her wiha di hefteya borî de herêma Bab ji aliyê hêzên rêjîmê ve rastî bombebaranê hat. Di encamê de bi dehan ji welatiyan jiyana xwe ji dest dan.
Li herêma derdora nexweşxaneya El-Kindî jî piştî ku çekdarên opozîsiyonê hemleya rizgarkirina nexweşxaneyê dane destpêkirin, şer û pevçûn ev 4 roj in berdewamin. Li gorî agahiyan heta niha çekdarên opozîsiyonê li vê deverê tiştek bi dest nexistine.
Li bakurê bajarê Helebê jî, bajaroka Endanê ji aliyê rêjîma Baasê ve rastî bombebaranê hat. Di encamê de gelek welatî birîndar bûn. Li gundê Dêr Hafir jî balefirê rêjîmê gund bombebaran kirin. Lê ti agahiyê zelal derbarê ziyanê de nehatin bi dest xistin.Li derdora balafirgeha Kiwêris a leşkerî şer û pevçûn di navbera çekdarên opozîsiyonê û rêjîmê de derketin. Di encamê de kuştî ji herdu aliyan derketin.
Li bajarê Helebê bi xwe jî balefirên rêjîmê taxên 'Mercê, Şear, Saxûr û Bab El-Nesir' bombebaran kirin. De encamê de gelek welatî birîndar bûn.