Li Hatay û Colemêrgê 4 kes hatin girtin, 3 kes hatin binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî de li Hatayê 4 kes hatin girtin, li Colemêrg jî 3 kes hatin binçavkirin.

Di operasyonên qirkirina siyasî de li Hatayê 4 kes hatin girtin, li Colemêrg jî 3 kes hatin binçavkirin.

HATAY

Li navçeya Hatay Dortyolê, 4 kesên pêr hatin binçavkirin, piştî ragirtina li emniyetê derxistin edliyeyê. 4 kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê", "li ser navê rêxistinê xebat meşandiye" û propaganda rêxistinê kiriye" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa M ya Skenderûnê.

COLEMÊRG

Li Colemêrgê, hêzêan dewletê danê sibehê avêtin ser hin malên li taxên cuda. Di serdegirtinan de li Taxa Gazî Mazlûm taş, li Taxa Pehlîvan Cafer Tekîn û li ser rêya Çelê Necmettîn Olmez li herêma Meskanê hatin binçavkirin. Hat îdîakirin ku her sê kes bi îdîaya "endametiya rêxistiNê" birine Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê.

ÎŞKENCE TÊ KIRIN

Di vê navberê de mirovên bi fermana AKP'ê tên binçavkirin, car carna rastî îşkenceyê tên. Li Midûriyetên Emniyetê yên Nisêbîn û Mêrdînê, Alper Aydin, Fatîh Aydin, Aladdîn Çelîk, Kamîl Kolanç û Yeşîm Yilmazoglû yên 3 rojan di binê çavan de hatin ragirtin, li gorî agahiyan; rastî îşkenceyê hatine. Her pênc kes roja 17'ê Cotmehê hatibûn binçavkirin.