Li Hannoverê mexdûrên Roboskiyê û Gurgumê hatin bibîranîn

Li Hannoverê mexdûrên Roboskiyê û Gurgumê hatin bibîranîn

Li bajarê Hannover ya Almanyayê bi boneya yekemîn salvegera komkujiya Roboskiyê û Gurgumê mîtînga bîranînê pêk hat. Mîtîng ji aliyê Kurd û saziyên tirk, YEK–KOM, ATÎF, DÎDÎF û ADHF pêk hat di mîtîngê de hat gotin ku, divê Kurd, elewî, şoreşger, kedkar û demokrat bi hev re tevbigerin.

Mîtînga ku gelek kes beşdarbûn namzetê Kurd yê Saksonya jêrîn (Nidersachsen) Yilmaz Kaba û Gultan Kelloglu piştgirîdan. Mîtînga ku şevê din pêk hat de li ser navê “ malbatên şehîdan” birayê parlamenterê DEP’ê Mehmet Sincar ê ku hatî qetilkirin axivî û di destpêkê de zîhniyeta qetilker şermezar kir û ji bo hesab pirsîna komkujiyan jî banga yekitiyê kir.

Di mîtîngê de li ser navê YEK – KOM, ATÎK, DÎDÎF axaftin hatin kirin û li ser navê Federasyona Komeleya Êzidiyan jî Mêran Koçek axaftin kir. Di axaftinên ku hatin kirin de hat gotin ku hikûmeta AKP’ê ji bo ku ser komkujiyê bigire tişta ku ji destê wê tê dike.

Di dawiya mîtîngê de rêveberê YEK-KOM’ê Abdullah Efe axivî û ev bang kirin: “ Ji vê seetê û şûn veyê ku dengê xwe dide AKP’ê dibe hevkarê komkujiya Roboskiyê. Di dîrokê de heya niha gelê Kurd tune tê hesibandin û ev polîtîka di komkujiya Roboskiyê de carekdin derket holê. Ji bo ku ev komkujî bên pirsîn divê ku Kurd, elewî, şoreşger, kedkar û demokrat bibin bi hev re tev bigerin.” Di mîtîngê de ku wêneyên 34 welatiyên ku di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan, hatin pêşandan û gel bi awayekî bêdeng belav bû.