Li Hannoverê ciwan ji bo Ocalan li ser piyan bûn
Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê bi pêşengiya ciwanan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê bi pêşengiya ciwanan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Çalakiya ku bi dirûşma ‘’Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statû’ dest pê kirî, saet 14.00’an bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo şehîdên Kurdistanê û şehîdên şoreşa dinyayê dest pê kir.
Hevserokê NAVDEM’ê Tahir Koçer di çalakiyê de axivî, got, êdî sebra gel ji bo rewşa ku Ocalan tê de ye nemaye û got, ‘gel êdî azadiya Ocalan dixwaze. Di vê mijarê de kêr gihaye hestî’’. Koçer bang li hemû derdoran kir ku ji bo Ocalan rabin ser piyan.
Ji Buntehausê Julîan Dirêj jî diyar kir ku bi pêşengiya ciwanan çalakiyên ku li Ewropayê werin kirin girîng e û ji bo azadiya Ocalan divê di nav çalakiyê de bin.