Li Hannoverê bîranîna şehîdan

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê 3 gerîlayên HPG'ê yên di 20'ê Cotmehê de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di şer de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Ji bo 3 gerîlayên HPG'ê yên di 20'ê Cotmehê de li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di şer de jiyana xwe ji dest dan civîneke bîranînê pêk hat.

Bi sedan kes tevlî civînê bûn.

Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîd Hamza Tolhildan û 2 gerîlayên pê re şehîd bûn dest pê kir.

Piştre axaftin hatin kirin û hate destnîşankirin ku xwediyê rastî û pêşengên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê şehîd in. Di bîranînê de hate gotin ku divê ew li nirxên şehîdan afirandine bibin xwedî. Piştre sînevîzyonek der barê jiyan û têkoşîna gerîlayê HPG'ê Hamza Tolhildan hate nîşandan.

Di civîna bîranînê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.