Li Hannover panela bi mijara modela Rojava
Li Hannover panela bi mijara modela Rojava
Li Hannover panela bi mijara modela Rojava
Li bajarê Hannover ê Elmanya panela nasandina modela Rojava hat lidarxistin.
Li bajarê Hannover ê Elmanya li Salona Pavîllon panela nasandina modela Rojava hat lidarxistin. Di panelê de endamê Tatort Kurdistan Michael Knapp û ji Medîco Înternatîonal Martîn Glassenap ên berî niha demekê ji bo çavdêriyê çûbûn Rojava wek axaftvan tevlî bûn.
Di panelê de ku nûnerên Rêxistina civaka sivîl jî hebûn, 120 kes amade bûn û axaftina yekemîn ji aliyê Michale Knapp ve hat kirin. Knapp diyar kir ku gel û baweriyên cuda bi modela Rojava pêş ketine û got: “Ev model yekane alternatîfa bi dawîkirina kaosa Rohilata Navîn e.”
Nûnerê Medîco Înternatîonal Martîn Galssenap got ku tevî ev qas derfetên kêm gelê Rojava ev qas nirxên mezin afirandine û diyar kir gihiştiye wê baweriyê ku Rojava dikare ji bo gelên Rohilata Navîn bibe modelek.
Berdevkê Karên Derve yê NAV-DEM ê bakurê Elmanya Abdullah Efe jî axivî. Efe bal kişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê û Rojava û welatên wek Tirkiye ku piştgiriyê dide wan çeteyan. Efe anî ziman ku niha YPG û gelê Kobanê bi awayekî fedayî li ber xwe didin û banga piştevaniya ji bo gelê Kobanê kir.
Piştî axaftina Efe beşa pirs û bersivan destpê kir û li ser pêşniyara beşdaran biryar hat girtin ji bo piştevaniya bi Rojava re platformek bê avakirin.