Li Hambûrgê ramanên Ocalan û rizgarbûna ji kapitalîzmê hate nirxandin
Konferansa bi navê “Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst 3. Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk-Berxwedan, Raperîn û Avakirina Nûbûnê“, didome.
Konferansa bi navê “Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst 3. Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk-Berxwedan, Raperîn û Avakirina Nûbûnê“, didome.
Konferansa 3. emîn a navneteweyî ya bi navê Rabûna li ber Modernîteya Kapîtalîst cara yekemîn di sala 2012'an de pêk hat. Îsal a sêyemîn bi sernavê "Eşkerekirina Modernîteya Demokratîk-Berxwedan, Raperîn û Avakirina Nûbûnê" li Zanîngeha Hambûrgê ya Elmanyayê pêk tê. Di konfernasa akademîsyen, mirovên zana, ji gelek welatên cuda ên cîhanê beşdar bibûn de, mijarên jineolojî, ekolojî, dîrok, felsefe, kapitalîst, berxwedan û ji nû ve avakirina jiyana nû gotûbêj kirin. Konferan ji aliyê Netwoerk For an Alternatîve Qûest (Torên Lêgerîna Alternatîv) ve hate organîzekirin.
Di rûniştina yekemîn a konferandsa Modernîteya Demokratîk de, gotûbêjên li ser sîstema kapitalîst a ku rê li ber xeteriyan vedike, ziyanên ku dayîn û wê çawa bên derbas kirin hatin kirin. Rûniştina yekemîn a konferansê bi sernavê Hişmendiya Şartistaniya Kapitalîst Parçekirin hate kirin.
KUŞTIN WEKE ÇANDEKÎ LÊ HATIYE
Ji parêzerên Ocalan Ebrû Guney jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û grevên birçîbûnê. Gunay a ku bal kişan ser aliyên kapitalîzmê yên ku tê dîtin û nayên dîtin, diyar kir ku piştî civaka xwezayî bi dawî bû û bi derbasbûna civaka bi refkirinê re kapitalîzmê bingehê xwe qaîm kir. Gunay wiha got:“ Kuştin û tinekirin weke çandekê lê hatiye. Gunay, çareseriyên Ocalan ên di vê mijarê de vegot.
Gunay a ku qala tinekirina çavkaniyên xwezayî kir, îşaret bi xeteriyên mezin ên di navbera civak û ekolojiyê de kir. Gunay a ku behsa êrîşên li ser jinê jî kir, diyar kir ku kapitalîzim li ser jinê pêşiya vekirina hêjarekî zêde ya zêdekirina mirovan daye vekirin. Li gorî Gunay yê kapitalîzim di van deman de lebatên xwe yên dawî dike.
‘CUHAHÎ Û HIŞYARÎ AZADÎ YE‘
Yek ji axaftvanê rûniştina yekem jî Rojnamevan Ferda Çetîn jî di bin sernavê “Civaka Xwepêşander, huner, spor, seks, medya û girtina hişmendiya li ser li ser zanîsta tekelî“ axaftin kir. Çetîn diyar kir ku ev ser nav didin nîşandan ku mirov li ser azadî yê gotûbêjan bike û got: “Cuahî û hişyarî bi xwe azadî ye. Ji bo cudahî û hişyariyê jî zanîst û raman pêwîst e.“
Çetîn diyar kir ku Ocalan jî gelek girîngî daye vê mijarê, tesbîtên Ocalan ên ku her ku civaka azad bû û wê ferd jî bi awayekî azad bifikire, diyar kir. Ji ber vê Çetîn bal kişan ser êrîşên hêzên desthilatdar.
Çetîn a ku bal kişand ser rewşa zuhabûnê û got: “Eger ku mirov nekefe ferqa ku çi dibe, wê fêrî sîstemê bibin, wê bikeve rewşekî herî ketî li hemberî wan sîsteman nerazîbûna xwe raber bike.“ Çetîn diyar kir ku sedemê ewqasî serketina kapitalîzmê, girêdayî mezaxtina deverên nû û bicurkirina wê ye, mekanîzmayên mîna medya, televîzyon, sîmema, spor û seks dixe dewreyê, dide diyar kirin ku ka çi ji bo mirovan pêwîst e yan ne.
OCALAN Û BAKÛNÎ
Lêkolînerê Amarîkaya Latîn Carlos Pazmîno bi sernavê “Ocalan û Bakûnî; Gotûbêjek bi dawî nebe“ axivî. Pazmîno diyar kir ku Ocalan bûye senteza têkoşîna hemû cîhanê. Pazmîno destnîşan kir ku ramanên Ocalan pir bi hêz in, di taybet li ber ronahiya vê ramanê bal kişand ser têkoşîna jina Kurd. Pazmîno diyar kir ku ramanên Bakûnî jî îdeolojiya çalakiyê ye û got: “Ew şoreşgerek bû. Hewl dabû ku milîtanbûna gel derxe holê.“ Pazîmon wiha got: “Ocalan jî sentezên ceribandinên çep dike.“
Pazmîno diyar kir ku Ocalan kemaniyên Bakûnî tije kir, çareseriyên Ocalan ên ku dewlet tê wateya tinekirina civakê bibîr xist.