Li Hambûrgê 'Komuna Şehîd Andok Baz' hat ragihandin

Ciwanan li Hambûrgê 'Komuna Şehîd Andok Baz' ragihandin.

Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, endamên Ciwanên Azad civînek lidar xistin û 'Komuna Şehîd Andok Baz' ragihandin.

Ciwanên Kurd ên li vî bajarî dijîn, ji bo nirxên xwe yên çandî û exlaqî biparêzin li her qadê xwe bi rêxistin dikin û sîstema kapîtalîst mêtînger red dikin. Ciwanan civînek lidar xistin û têkoşîna li çar aliyên Kurdistanê nirxandin. Di civînê de erka ciwanan a di vê pêvajoya girîng de jî hat nirxandin.

Di encama nîqaşan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên ciwanan hin biryar hatin standin. Her wiha komîteyên jinan ên ciwan, rêxistinbûn, Rojava, YXK û çapemeniyê hatin avakirin. Ciwanan Komuna Şehîd Andok Baz a sîwana vê rêxistinbûyînê ye, ragihandin.

Ciwanan gotin, "Komuna ciwanan, ji bo bîranîna Şehîd Andok ku li Hambûrgê tevlî têkoşîna azadiyê bû û mora xwe li dîrokê da, hatiye ragihandin."

Di civînê de her wiha ji bo bîranîna Şehîd Lecwan Mûnzûr û Şehîd Çekdar Botan soza b ser xistina têkoşînê hat dayîn.