Li gundên Mêrdîn û Şemzînanê derketina derve hate qedexekirin

Li 3 gundên Mêrdînê û gundekî navçeya Şemzînan a Colemêrgê, derketina derve hate qedexekirin.

Dewleta Tirk, di çarçoveya operasyona artêşa Tirk de li sê gundên navenda Mêrdînê, derketina derve qedexe kir.

Li gorî agahiyan, li gundên Ahmetlî, Aytepe û Yaydere yên ser bi navenda Mêrdînê ve derketina derve hatiye qedexekirin. Hat ragihandin, leşkerên Tirk li herêmê ketine nava liv û tevgerê.

Wekî din, li gundê Altinsû û gundikê wê Încesû yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê, bi heman armancê derketina derve hate qedexekirin. Tê gotin, li vir jî operasyona leşkerî dest pê kiriye.